Di salvegera yekemîn de Hevbendiya Nada banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir

Hevbendiya Nada berxwedana YPJ'ê silav kir û bang li hemû jinan kir ku di meşa rizgarkirina jinan de xebateke hevpar pêk bînin.

Di salvegera yekemîn de Hevbendiya Nada banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir
31 tîrmeh, 2022   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê (Nada), bi boneya salvager yekemîn a damezirandina xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şer û nakokiyên li cîhanî û bandorên wê yên wêranker ên li civakan bi taybet li jinan û wiha hate gotin: "Ji malzaroka krîz û kurahiya azaran tevgerên rizgarkirinê yên jinan derketin ku karibîn jinan bînin ser meşa rizgariyê. Van tevegeran karîbûn gavên mezin biavêjin û nirxên nû li mîrateya rizgariyê ya dîrokî ji bo tevahî jinan zêde bikin. Di vê çarçoveyê de Yekîniyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin. Jinan ji bo parastina xwe û civakên xwe çek rakin û roleke çalak di têkbirina rêxistina DAIŞ a terorîst û rizgarkirina bi hezaran jinên êzidî yên hatin kirîn û firotin de lîstin. Her wiha li bajarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê  bi dehan rêxistinên jinan hatin avakirin da ku jinan pêş bixin û wan bighînin rewşa civakî ya layîqî wan.

Têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo misogeriya mafên xwe û azadiya xwe, ji aliyê civakên baviksalarî û yên desthilatdar bi tundiyeke hîn xurttir, redkirin û zextê rû bi rû dimînin. Dewleta Tirk tevahî peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike, bi êriş û dagirkirina herêmên ewle serdestiya dewletên cîranê bin pê dike. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî plankirî jinên siyasetmedar, şervan û rêveber  dike hedef, da ku tirsê bixe nav wan û wan neçar bike ku dev ji hêviyên xwe yên bidestxistina azadî û mafên xwe berdin.

Li gel van binpêkirinan, Îsraîl a dagirker rojane binpêkirinan li dijî jinên Filistînê dike, Tevgera Talîban bi biryarên xwe yên zilimane her roj beşekî ji rih û hebûna jinan jê dibe, armanca wê lawazkirina û xeniqandina jinan e, her wiha betalkirina rola wê di civakê de ye.

Heman demê desthilatên herêmî mîna Fas, beyara rojava, Îran û Tirkiyê bi awayekî taybe û plankirî zextê li jinan dikin."

Hevbendiya Nada bang li tevahî jinên cîhanê kir ku peywendiyên xwe xurt bikin û xebateke hevbeş pêk bînin û wiha got: "Em Hevbendiya Nada ya ku jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê kom dike, salvegera yekemîn a dameziradina xwe li xwe û li we pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku xebateke hevpar pêk bînin û xurt bikin, destekê bidin tevahî tevgerên rizgariyê yên li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka û tevahî cîhanê, li ser şopa rizgariya jinan bin heta ku pêk bînin da ku bi avakirina civakeke aştiyane, edaleta civakî û wekheviya rasteqîn û aktîv tacîdar bib."

Hevendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka (Nada),  di kongra duyemîn a jinan a li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka de ku 30 û 31'ê Tîrmeha 2021'an bi diruşma "Bi yekitiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" hatibû lidarxistin, ava bû.

ANHA