Şêniyên Kobanê şehîd Mihemed Şaman oxir kir

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Mihemed Şaman li goristana şehîdan a Sirînê veşartin û sersaxiya malbata wî kirin..

Şêniyên Kobanê şehîd Mihemed Şaman oxir kir
31 tîrmeh, 2022   14:55
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û kesayeyên siyasî, cenazeyê şervanê QSD’ê yê Mihemed Şaman ê ku 29'ê Tîrmeha 2022'an li Sirînê şehîd bûye, li gorsitana şehîdan a Sirînê veşartin.

Di destpêka merasîmê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê, Ferhan Hec Îsa wiha anî ziman: “Her şehîdek li ser vê xakê şehîdê tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, divê her kes xwedî li erka xwe ya ji bo vê xakê derkeve da ku fedakariya şehîdan vala neçe. Şehîd li pey xwe zarokên xwe dihêle da ku em bi aramî bijîn.”

Ferhan Hec Îsa soz da ku ew ê heta têkbirina terorê û pêkanîna aramiya herêmê, li ser şopa şehîdan bin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeyê hat veşartin.

‘DI RÊYA HEQÎQETÊ DE EM Ê BERDEWAM BIKIN’

Piştî merasîma veşartinê, şêniyan berê xwe dan konê sersaxiyê.

Li wir deqeyeke rêz hat girtin, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn axivî û got: “Herêm di qonaxeke girîng re derbas dibe û divê em vê yekê nas bikin û li hember planên dijmin tedbîr bigirin.”

Mihemed Şahîn soza şopandina rêya şehîdan da û wiha domand: “Di rêya heqîqetê de rêya ku şehîdan bi giyanên xwe ji me re nîşan dane, berdewam bikin. Em ê di vê rêyê de li ber xwe bidin da ku armancên xwe pêk bînin, îro pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birayra xwe dane û xaka me bi xwîna hemû pêkhateyên herêmê hat avdan.”

Mersîma sersaxiyê bi siloganên "Berxwedan jiyan e'' bi dawî bû.

 (mh)

ANHA