Jin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên qirkirinê yên li dijî jinan, hedefgirtina fermandên YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hember dagirkeriyê û planên wê têkoşînê mezin bikin.

Jin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn
Jin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn
Jin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn
Jin li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn
31 tîrmeh, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYNA

Bertek û nerazîbûnên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Bi pêşengiya Kongar Star bi sedan şêniyên kantona Hesekê meşek li navçeya Dirbêsiyê li dar xist.

Meş ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeyê dest pê kir. Di meşê de alên QSD, YPJ, wêneyên fermandarên YPJ û QSD'ê yên Şehîd Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsayê şehîd bûn hatin hildan.

Meş li ber navenda Kongra Star veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, endama Koordînasyona Kongra Star Welîd Botî axivî û qetilkirina 3 fermandên YPJ`ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: “Her sê fermandaran cîhan ji teror û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê parast.”

Her wiha Welîde Botî destnîşan kir ku ji êrişan diyar dibe ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelên herêmê têk çûye û bi van kiryaran, hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.

Welîde Botî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî li hember hedefgirtina her sê fermandaran, şermezar kir.

Mîtîng bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

DÊRAZOR

Di heman çarçoveyê de bi dehan jin li rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Keşmê, Zehiye El-Şihaze daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide vîna jinan bişikîne. Lê em ê li ber xwe bidin. Em ê dengê xwe bilind bikin û ji cîhanê re îsbat bikin ku jin dev ji mafê xwe bernade. Her wiha ji dagirkeriya Tirk re îsbat bikin ku em berxwedêr in û destwerdana wê, vîna me naşikîne. Ne dagirkeriya wê, ne destwerdana wê, ne hovîtiya wê, nikarin îsrara me zaîf bikin.”

HELEB

Girêdayê heman mijarê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bi qirkirina jinan bi nav kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên partiyê û malbatên şehîdan li pêşiya nivîsgeha partiyê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Hena Kerdûş ve hat xwendin.

 Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefgirtina 3 fermandarên YPJ`ê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û zihniyeta wê ya ku terorê û zordestiyê nas dike, rave dike. Her wiha hat destnîşankirin ku ev êriş, zilma serdestiyê û desthilata baviksalarî nîşan dide ku hewl dide tola xwe ji vîna jinên têkoşer hilde. Lê jinan xwe wek hêzeke leşkerî birêxistin kir da ku xwe û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzim.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên li dijî fermandariya jinan a şoreşger hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û Rûsya Federal hat kirin ku erkên xwe bînin cih, ewlehî û mafên gelan û jinan biparêzin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û parastina nirx û mîrasa şoreşa jinan li herêmê hat dayîn.

(şx)

ANHA