Panorama hefteyê: Li Siweydayê hêzên El-Fecir hatin bêbandorkirin

Piştî şerên dijwar ên li bajarê Siweydayê yên di navbera komên xwecihî û hêzên girêdayî hikumeta Şamê de, komên xwecihî, gelek baregehên hêzên El-Fecir kontrol kirin. Li Iraqê jî, Çarçoveya Hemahengî bi namzetiya serokatiya hikumeta Iraqê israr dike û ev destnîşan dike ku çarçoveyê xeta zêdekirina nakokiyê bi Sedr re pejirandiye.

Panorama hefteyê: Li Siweydayê hêzên El-Fecir hatin bêbandorkirin
31 tîrmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser şerên li bajarê Siweyda, aloziya li Iraqê û agirbesta li Yemenê.

‘LI SIWEYDAYÊ ‘HÊZÊN EL-FECIR’ ÊN SER BI REJÎMA SÛRIYÊ VE HATIN BÊBANDORKIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Sibeha çarşemê komên çekdar û di serî de tevgera Rîcal El-Kerame li bajarokê Etîl girt ser baregehên leşkerî yên girêdayî Hêzên El-Fecir ên ser bi ewlehiya leşkerî ya rejîma Sûriyê ve.

Berpirsê tora ‘Siweyda 24’ Reyan Marûf ji rojnameyê re ev agahî parve kirin: “Piştî şerên dijiwar di navbera her du aliyan de ku ji sibeha sêşemê ve dest pê kiribû, komên xwecih dest danî ser hemû baregeh û navendên koma girêdayî ewlehiya leşkerî. Mal û navendên li bajarokê Etîl ku Racî Felhût û endamên koma wî xwe lê vedişart, hatin dorpêçkirin. Endamên komê yên mayî jî vekişiyan bajarokê Qenewat. Cihên wan ên li Siweydayê rastî êrişan hatin.

Di vî şerî de zêdetirî 10 kuştiyên komên ewlehiyê çêbûn. Gelekan jî xwe radestî komên xwecih ên êrişkar kir, hinek din jî dîl hatin girtin.

Şahidên ji herêmê got: “Êvara duşema borî lihevkirina aramiyê hat ragihandin û şêniyên bajarê Şehba û koma Racî Felhût li hev kir, lê belê careke din li Siweydayê alozî derket. Li ser vê hatibû lihevkirin ku koma Racî Felhût bendên xwe yên kontrolê vekişîne û hemû girtiyan berde, li hember wê dê 4 efserên rejîmê yên ji aliyê şêniyên bajarê Şehbayê ve hatibûn girtin, bên berdan û rêya Şam- Siweyda bihata vekirin, her wiha kesên ji malbata Tewîl hatine revandin, dê hatibana berdan, lê belê koma Racî Felhût lihevkirina aramiyê binpê kir.

Ji bo piştevaniya şêniyên Şehbayê, roja sêşemê tevgera Rîcal El-Kerame ket dewrê. Li gorî tora Siweyda 24, serokê ruhî yê taîfeya misilmanên yekbûyî Şêx Hikmet El-Hicrî, li parêzgehê seferberî û bersivdayîna komên çekdar ên “terorîst” Racî Felhût, ragihand. Li ser wê yekê şênî û eşîrên Siweydayê ji bo piştevaniyê hatin bajarê Şehbayê, her wiha tevgerê wek sewqiyat hin endamên xwe şandin wir û li gund û bajarokên herêmê gelek bendên kontrolê danîn.”

‘NAKOKIYÊN SIYASÎ YÊN LI DERDORA MALIKÎ GEFAN LI JIYANA WÎ DIXWIN’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Wêneyên serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî li ser medyaya civakî belav bûn ku çek rakiriye û parêzvanên nefermî li cihê wî yê li Herêma Kesk in ku parastina wî dikin. Di heman demê de agahiyên li ser tenduristiya wî hene. Lê aliyên iraqî texmîn kir ku agahiyên li ser nebaşiya tenduristiya wî rast bin. Ev jî tê wateya ku Malikî hîs kir ku hewayê siyasî yê ku ji wî re ji dema ragihandina encamên hilbijartinan ve li derdora wî çêbûye, li dijî kesayeta wî vegerî û gefan li jiyana wî dixwe. Ew yek jî piştî axaftinên Malikî ên li ser amadekariyên pêxistina şerekî navxweyî yê şîeyan pêk hat.

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr rê li pêş Malikî girt ku namzetekî nêzî xwe ji bo serokatiya hikumeta Iraqê hilbijêre, her wiha bi hezaran alîgirên wî şeva çarşemê ketin parlamentoya Iraqê. Bi wê yekê Çarçoveya Hemahengiyê xist pêşberî du vebijêrkan ku namzetekî xwe ji hundirê çarçoveyê hilbijêre û Sedr jî erê bike.

Lê çarçoveyê bi lez bersiv da Sedr ku namzetê wê Mihemed Şiya El-Sûdanî ye anku Malikî û yên li pêş wî rageşiya bi Sedr re hilbijart."

‘LI SER DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ LI YEMENÊ LIHEVKIRIN HEYELÊ LI SER DEMA WÊ NAKOKÎ HENE’

Di rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Rêgeha dirêjkirina agirbestê li Yemenê ya bi navbeynkariya NY`yê sêşema bê bi dawî dibe. Lê belê heta niha li ser dema ku divê bê dirêjkirin û dosyayên ku di dema bê de werin nîqaşkirin, lihevkirin çênebûye. Hemwextî wê, nîqaşên der barê avakirina odeyeke operasyonan a hevbeş de dewam dikin ku dê nûnerên koalîsyonê, hikumetê û Hûsiyan tê de cih bigirin da ku çavdêriya agirbestê bê kirin.

Çavkaniyên ji Yemenê û hin çavkaniyên navneteweyî diyar kir ku aliyên Yemenê li ser dirêjkirina agirbestê li hev kiriye û dê sêşema bê qonaxeke nû dest pê bike. Cîgirê berdevkê sekreterê giştî yê NY`yê Ferhan Heq jî ev yek piştrast kiribû.

Niha NY li ser dema dirêjkirina agirbestê dan û standinan dike û pêşniyar kiribû ku li şûna 2 mehan, 6 meh be.”