Serokwezîrê Iraqê têkildarî bûyerên dawîn li Bexdayê hişyarî da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî xwepêşandan û rewşa li Iraqê peyamek weşand û banga hestiyariyê kir. Kazimî got, rewş gelek xirab e, divê bi rêya hevdû famkirinê pirsgirêkên siyasî werin çareserkirin.

Serokwezîrê Iraqê têkildarî bûyerên dawîn li Bexdayê hişyarî da
30 tîrmeh, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sadr li dijî namzetê Çarçoveya Hemahengî ya ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şîa Sûdanî li Bexdayê berdewam dikin. Alîgirên Tevgera Sadir ku li Bexdayê daketin kolanan, derbasî nava Parlamentoya Iraqê bûn û xwestin ber bi malên Nûrî Malikî û Ammar El Hekîm ên li Herêma Kesk ve bimeşin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî xwepêşandanên li Bexdayê daxuyaniyek da.

Di peyama Mistefa Kazimî de ku li ser hesabê fermî yê Twitter ya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê hatiye belavkirin de, hatiye gotin: “Pêwîste aliyên siyasî ji bo Iraq û Iraqiyan rûnin, danûstandinan bikin û xwe ji zimanê hevdû dûrxistinê dûr bigrin. Avakirina diyalogê ji rijandina dilopek xwînê bi qîmetire.”

Mistefa Kazimî di berdewamiya peyamê de wiha got: “Divê her kes aram, bi sebir û aqilane be û nekeve nava nakokiyan. Ez bang li welatiyan dikim ku bi hêzên ewlehiyê re nekevin pevçûnê û bi saziyên dewletê re bi rêzdarî tevbigerin. Divê em bi yekdengî rê li wan kesên ku lezê didin vê pevçûnê bidin sekinandin û baş bizanibin ku agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne. Rewş pir dijwar e û dibe sedema poşmaniyên mezin. Ji bo vê jî divê em bibin yek.”

Kazimî herî dawî ev bang kir: “Divê em hiş û wîjdana xwe birêve bibin. Divê em ji bo Iraqê têkoşîn bikin, ne ji bo berjewendiyên teng.”