​​​​​​​Konferansa Jinan a Navneteweyî dewam dike: Divê komkujiya Şengalê weke jenosîd bê nasîn

 Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî a Derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) dewam dike. Di konferansê de hate gotin; “Divê komkujiya Şengalê weke jenosîd bê nasîn.''

​​​​​​​Konferansa Jinan a Navneteweyî dewam dike: Divê komkujiya Şengalê weke jenosîd bê nasîn
30 tîrmeh, 2022   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Iraq Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) de bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din li hola Otela Bexdad dewam dike. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî pêk tê. Di konferansê wê 5 panel werin dayîn.

Panela yekem bi navnîşana ‘Di sedsaliya 21’an de gelê ku carek din rastî qirkirinê hatî, Êzidî’ hate dayîn.

Di destpêkê de rojnamevan Aysel Avesta li ser mijarê axivî û got; “Di hemû warî de armanca çeteyên DAIŞ’ê tinekirina êzidiyan bû, di nava çend saetan de Şengal wêran kirin û hezaran kes hatin kuştin, revandin û jin weke kole di nava bazaran de hatin firotin. Piştî komkujiyê demek kurt de Yekîneyên Parastina Şengalê YBŞ û YJŞ hatin damezrandin û parastina Şengalê kirin. Tevgera Azadî ya Jinên Şengalê û Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidiyan PADÊ, hatin ramezrandin û jinan xwe bi rêxistinkirin.”

Piştî wê nivîskar û mamostaya zanîngeha Bexdayê Macide Hatu Haşim axivî û got: “Komkujî ne tenê kuştine, bi hemû awayî têkbirina ziman, cihwar, çand, huner, tundûtujî û desdirêjî jî dibin komkujî. Kuştin û penaberkirina êzidiyan komkujiyên herî dijwar in. Komkujiyek bi vî awayî di sedeya 21’an de ji bo mirovahiyê şermezariye. Komkujiya jinan û penaberbûna Êzidiyan, vekişîna hêzên parastinê ji Şengalê, ji bo Iraq û hêzên navneteweyî şermezarî bû. Ji ber ev ne serdema revê ye, lê kolekirin û destdirêjiya zayendî li ser jinan pêk hat. Pêwîste di vê konferansê de û dema bê de jî, em dengê xwe bigihînin Komara Erebî û wezaretên din ên cûda. Heya rewşa Şengalê û jinên Şengalê ber bi başiyê biçe, divê komkujî weke jenosîd were nasîn.”

Di dawiya panelê de jî endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Lale Azad axivî û got; “Tevî îmzekirina peyaman navnetewî ya parastina mafê mirovan, Iraq, Îran û Tirkiye binpêkirinan dikin û Êzidî ji komkujiyê nehatine parastin. Ev welat bûn beşek ji komploya ser Êzidiyan. Piştî van komkujiyane, jinan xwe bi rêxistinkirin û nîşanê cîhanê dan ku xwe diparêzin. Hêza YJŞ’ê damezrandin û parastina Şengalê girtin ser stûyê xwe. Ev jî li ser bingehê fikir û ramana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hat.”

Di panela duyemîn a konferansê de li ser qonaxên êrişên jenosîda 3’ê Tebaxa 2014’an û hewildanên ku ji bo carek din ev jenosîd dûbare nebe, nîqaşên girîng hat meşandin û panel ji aliyê Faîze Xetab ve hat rêvebirin. Di beşa yekem a panela dûyemîn de Seroka Şaredariya Helebce Kuwêstan Ekrem Ferac li ser mijarê axifî û got: “Jenosîda li civak û jinê mînaka kîmyabaran Helebce ye ku heta niha sedema pirsgirêka derûnî ya civakî, xwezayî û gelek pirsgirêkên din in. Ez di wê baweriyê de me em ê hewil bidin ku jenosîda Şengalê û jinên Şengalê, weke kîmyabarana Helebce û jinan neyê piştgûh kirin.”

Necad Babir Xelef wiha behsa roja fermana 74’an kir û got: “Em 600 jin bûn ku ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li gel gelek zarokan, di bazaran de li beramberî 5 dolaran dihatin firotin. Ew jinên ku hatin firotin, ew jinên ku di wê rewşê de me ditî bi tû zimanan nayê behskirin. Jiyanek gelek zehmet bû ku di destê çeteyên DAIŞ’ê dihatin firotin mêr dihatin, jinan hildibijartin ji bo kirînê. Birayê min û keça min heta niha tû xeber ji wan nîne ka çi bi serê wan hatiye. Ev jenosîd rû da lê belê ne qerûbaya derûnî ne jîtiştek din nehate kirin û tu çareserî ji bo rewşa wan jinan nehatiye dîtin û hemû soz didin wê kar ji bo Şengalê bikin lê belê ne rast e. Weke jin û gelê Şengalê îradeya jinan zêde ye ku van hemû êrişan vale derxin. Îro ez dikarim biaxivim, bi saya îrade û rêxistinkirina li Şengalê ku bi pêşengtiya bi hezaran jinên azadîxwaz ev yek çêbûye.”

Berpirsa peywendiyên karê derve ya TAJÊ Seham Daxil Reşo di dema êrişên 3’ê Tebaxê de temenê wê 13 salî bû û piştî rizgarbûnê dibe jinek pêşeng û karê rêxistinên jinan li Şengalê dike û niha jî berpirsê peywendiyên karê derve ya TAJÊ ye pêyamek şand konferansê. Daxil Reşo di peyama xwe de da diyarkirin ku jinên Şengalê li bazaran hatin firotin û rastî komkujiyê hatin, lê belê bersiva hemû êriş û komkujiyan avakirina xwe rêveberiya Şengal û xwe rêxistinkirina jinan e da ku civakek azad bi pêşengtiya jinên azad pêk were.

Di panela sêyem ya  derbarê sedemê jenosîdê û qirkirina jinan a li Iraqê de Zeyneb Murad peyamek pêşkêş kir û got: “Jinên Kurd jiyanek nêvî ji bo xwe hilbijartine, piştî vê karesta çeteyên DAIŞ’ê encam daye, jinan xwe bi rêxistin kir û bi îrade û hêzek din vegran meydana şer. Divê jin ji wê bîr û baweriyê û qalê têbigihin ku hemû hewil dane şikandin û jin û bi kolekirina jinê wisan kir ku li beramberî vê yekê derbikeve, divê jin li ser lingê xwe bisekinin û serbixwe bin ji bo şikandina vê sîstem û aqlê mêrsalarî.”

Konfarans berdewam dike.