Li rojhilatê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket

Li gundewarên rojhilatê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk de şer derket.

Li rojhilatê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket
30 tîrmeh, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de li eniyên şer ên li bajarê Tadif ê li rojhilatê Helebê, şer derket. Agahiyên li ser zirarên canî nehatin bidestxistin.

Duh êvarê jî hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora gundên Bilenta, Kefer Teal û Mekbîls ên li rojavayê Helebê kiribû hedef ku li wê deverê çeteyên ‘Tehrîr El-Şam’ û komên din ên çeteyan ên dewleta Tirk hene.