Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi vîrusa Korona ketine, kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 kesên din bi Koronayê ketin
30 tîrmeh, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî desteyê kesên bi vîrusê ketine li van herêman in:

Hesekê: 26

Qamişlo: 12

Dêrik: 10

Kobanê: 2

Reqa: 1

Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku li bajarê Hesekê pêketiyeke vîrusa Korona jiyana xwe ji dest daye û jineke ji bajarê Qamişlo jî baş bûye.

Bi van daneyan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyan 38 hezar û 694 kes in, ji wan hezar û 578 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 566 kes baş bûne.

(eh)