Pêşbirka serokkomariya Lubnanê dest pê dike

Pêşbirka ji bo serokatiya komara Lubnanê dest pê kiriye. Pê re proseya danîn û şewitandina navan dest pê kiriye. Namzetên sereke yên heyî jî pêwîstiya wan bi lihevkirineke siyasî ya navxweyî heye.

Pêşbirka serokkomariya Lubnanê dest pê dike
30 tîrmeh, 2022   07:07
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

1'ê Îlonê dê serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî banga rûniştinekê ji bo hilbijartina serokkomarê nû bike. Hemû aliyên lubnanê, navneteweyî û balyozên li Lubnanê li hev dikin ku hilbijartinên serokkomariyê di dema wê de pêk werin.

Serokê Partiya Quwat a Lubnanê Semîr Cacai di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji bo namzetkirina serfermandarê artêşê wek serok komarê ragihand. Piştî wî Patrîk El-Rahî taybetmendiyên serokê bê diyar kirin. Bi qasî ku mijara serokkomariyê di aliyê namzet û cihên blokên parlamentoyê yên mezin û xiristiyan bi taybet de hîna ne zelal, lê lêkolîn li ser pirsa serokatiyê heye. Ev hemû dê piştî ragihandina rûniştina yekem a ji bo hilbijartina serokkomar bên eşkerekirin.

Piştî ku dema rûniştina yekemîn a hilbijartina serokkomar were diyarkirin ku dê dawiya serdema serokatiya Mişel Ewn be, dê hemû neçar bin ku kaxezên xwe eşkere bikin. Gelo wê di rûniştina yekemîn hejmar temam bibe an ku 86 parlamenter in û gelo dê di rûniştina yekemîn de serokkomar were peydakirin û dê kî be?

Gelek pirs di serê aliyên siyasî yên lubnanî de çêdibin, lê li beramberî wê gelê Lubnanê bi giştî bi dabînkirina debara xwe ve mijul e. Piraniya lubnanî diyar dikin ku serok ji derve ve li gorî lihevkirinên herêmî û navneteweyî tê diyarkirin. Lê li ser erdê şertê lidarxitina rûniştina hilbijartina serokkomariyê, amadebûna 86 parlamenteran e. Lê Ne garantî ye ku hevdîtin di dema ku dê ji bo rûniştina yekem a hilbijartinê were destnîşankirin de pêk were.

Di pêvajoya beriya hilbijartina Mişel Silêman de 20 civîn hatin lidarxistin û di pêvajoya beriya hilbijartina Ewn de 45 civîn hatin lidarxistin. Niha jî hejmartina rûniştinên ji bo hilbijartina serokkomarê nû ne diyar e.

Heta roja îro tu blok ne xwediyê piraniya parlamentoyê ne ku namzetê wê bighîne posta serokkomariyê. Heta vê saetê bolkên parlamentoyê helwestên xwe eşkere nekirine. Lê li pişt perdeyê xebat têkildarî îmkana avakirina blokekî parlemanî tên kirin. Mijar girêdayî demê ye û destpêka Îlonê jî zehmet e pêk were. Ya girîn ji bo Birî û yên din ew e ku dawî li serdema Ewn bînin, lê dê deriyên welat ber bi nediyarbûnê ve vekin.

Rojnamevanê lubnanî Munîr Rebîh got: "Ji bo hilbijartina serokkomar divê pîvanên niştimanî esas bên girtin. Yekem; serokê ku dê were hilbijartin, divê cûreyeke hevsengiyê di têkiliyên Lubnan ên herêmî û navneteweyî de pêk bîne. Duyemîn; divê helwesta wî di bikaranîna Lubnanê wekî dika destpêkê ya projeyên Îran ên li herêmê de zelal be. Pîvana sêyemîn divê serokkomarek were hilbijartin ku parçebûna di navbera lubnaniyan de sivik bike, ne ku xurt bike mîna ku di serdema Mişel Ewn de û pêvajoya dirêjkirinê ya Îmêl Lehûd de çêbûye. Pîvana çaremîn divê destpêkê li serokkomarekî bigerin ku karibe rewşa Lubnanê bişopîne û rewşa wê ya aborî û malî baş bike li şûna ku welat di nava hesab û berjewendiyan de bixeniqîne. Pêwîstiya vê yekê bi lihevkirinan bi saziyên navneteweyî re û danîna siyaseteke aborî ya nû ji bo welat heye. Ev hemû pîvan ji bo serokê hikumetê jî derbasdar e."

Li beramberî van hemûyan mijareke sabit heye ku divê li ser were sekinandin; Hilweşîna li Lubnanê berfireh dibe û lêgerîna li hewldanên çareserkirinê êdî ne mumkin in. Her hewldaneke çareserkirinê dê hilweşînê ji gelek aliyên cuda ve berifreh bike.

Li gorî gelek kesan, pêşbirka serokatiyê ya vê carê mehkûmî rêgezan in ku ji beriya 6 salan ên di dema Mişel Ewn de hatine ferzkirin, cûda ye. Hizbûllah êdî nema ew hêza herî xurt e ku şertên xwe ferz bike û baregehên wê di navbera Silêman Firinciyê û Cubran Basîl de dabeşkirî ne. Basîl heta niha tiştek radestî Firinciyê nekirine û di hevpeyvîna xwe ya dawî de  ragihand ku ew ê di vî warî de tetbîqatên xwe dewam bikin.

Li beramberî vê yekê, hêzên serdest û parlamenterên nû di çarçoveya dîtina mekanîzmeyekê koorîndekirî ya sabit li hemberî Hizbullah û hevalbendên wê de ne da ku serokekî li gorî wê negihêje desthilatdariyê.

Hîna zû ye ku mirov pêşbînî bike bi ka wê encamên peywendiyên di navbera hêzên opozisyonê de çi bin, gelo ew ê di vê rastiyê de bi serkevin yan na; bi taybet di lihevkirina yekem de ji bo serokek ji Tîma 8`ê Adarê negihêje serokatiyê, ya din serokekî xwedî rêgezên guhertin û reformê yên serdestiyê bigihêje serokkomariyê da ku bi wî re werşeya vegerandina dewletê û pêşxistina aboriyê dest pê bike.  

ANHA