Pêkhateya Ereb a herêma Efrînê: Roj roja azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye-HATE NÛKIRIN

Welatiyên Ereb ên herêma Efrînê tecrîda şidandî ya li ser rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, şermezar kirin û ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tekezî bi mezinkirina têkoşînê kirin.

Pêkhateya Ereb a herêma Efrînê: Roj roja azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye-HATE NÛKIRIN
29 tîrmeh, 2022   23:41
ŞEHBA

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ji parêzerên rêber Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Rêber Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê Adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye.

Welatiyên ji pêkhateya Ereb yên herêma Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û bang kir ku di demeke nêz de hevdîtin pê re bên kirin.

Buseyne Kelo tecrîda şidandî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir tecrîda li ser rêber Abdulah Ocelan tecrîda li ser mirovahiyê ye û got: “Ev siyaset dê bi ser nekeve. Aramnc ji meşandina siyaseta tecrîdê ji aliyê hikumeta Tirk ve ew e ku îrade û moralê gelên herêmê têk bibe.”

Buseyne Kelo wiha destnîşan kir ku bi tu rengan agahî ji rêber Ocalan nayê girtin û diyar kir ku divê demildest parêzer û malbatê hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Sîham Elo jî ya ji niştecihên kantona Şehbayê derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev 23 sal in li ser rêber Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, tecrîdeke giran heye, daxwazên hevdîtinê tên redkirin. Armanca tecrîda li ser rêber Ocalan ew e ku fikrên wî sînordar bikin û îradeya gelên ku bi wî fikrî bawer dikin, bê têkbirin.”

Sîham Elo daxuyand ku rêber Ocalan dîwarên girtîgeha Îmraliyê veguherandin dibistanekê ku ji wê fikr û felsefeya neteweya demokratîk li hemû cîhanê belav bibe û got êdî gel berdewamirina tecrîdê qebûl nake.

Sîham bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û rê bidin parêzerên wî ku hevdîtinê pê re bikin.

Fatime Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji hevdîtina rêber Ocalan bi parêzer û malbata wî re ditirse û got: “Rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe bi me re ye. Hikumeta Tirkiyê çi jî bike, dê nikaribe gel jê dûr bixe.”

Fatime da zanîn ku ew ê heta heta şikandiana tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdulah Ocelan ew ê têkoşînê mezin bikin û li her derê çalakiyan bidomînin.

ANHA