Li Derayê endamekî “ewlehiya leşkerî” hat kuştin

Fermandarekî berê yê “çekdarên xwecihî” ku li ''lihevanînan''  pêk anî û êdî di navê “ewlehiya leşkerî” de kar dike, ji aliyê kesên nenas ve li rojavayê Derayê hate kuştin.

Li Derayê endamekî “ewlehiya leşkerî” hat kuştin
29 tîrmeh, 2022   13:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas, gule li fermandarekî berê yê “çekdarên xwecih” ê ku tev li “lihevanînan” bûye û di nav “ewlehiya leşkerî” de kar dike, li bajarê Newa yê rojavayê Derayê berandin û di encamê de hat kuştin.

Li gorî SOHR`ê li Derayê 315 bûyerên hedefgirtinê bi rêbazên cuda pêk hatin di encamê de 227 kes hatine kuştin. Jê 132 sivîl di nav de 3 jin û 5 zarok hene, 116 leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û hevkarên saziyên ewlehiyê û endamên Lihevanînan, 13 çekdarên xwecih ên ku tev li lihevanînan bûne û bi tu hêzên din re kar nekirine, çeteyekî DAIŞ`ê, 7 kesên nenas û 3 endamên Feyleqê 5`an û 2 çekdarên alîgirên Rûsyayê.

(şx)