Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serî li dozgeriyê dan

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da.

Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serî li dozgeriyê dan
29 tîrmeh, 2022   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan û Mazlûm Dînç ê wasiyê rêber Ocalan û Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş, ji bo hevdînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatan her wiha serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.