Li Siwêdayê 6 cenaze hatin dîtin

Vê sibehê li nêzî Çerxerêya Meşneqe ya li Siwêdayê, piştî 2 rojan ji sekinandina pevçûnên li herêmê, 6 cenazeyên endamên koma ‘Racî Felhot’ hatin dîtin.

Li Siwêdayê 6 cenaze hatin dîtin
29 tîrmeh, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê li nêzî Çerxerêya Meşneqe ya li Siwêdayê cenazeyên 6 kesan hatine dîtin ku bi guleyan hatine kuştin.

Cenaze yên endamên koma ‘Racî Felhot’ a îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ne. Lê heta niha tu agahiyên li ser rewşên kuştina wan û aliyê ew yek kiriye, bi dest neketine.

Di bûyerên dawîn ên li Siwêdayê de hejmara kuştiyan bû 23; 16 ji koma Racî Felhot in û 7 jî ji çekdarên herêmê ne ku êrişî navendên Racî Felhot ên li bajarokên Selîm û Etîl kirine.

(fr)