​​​​​​​Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 8’ê Tîrmehê weşandin ku tê de wesayîteke leşkerî ya Akrep li Çemçoyê hatibû îmhakirin.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla weşandin
29 tîrmeh, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyê ev agahî dabûn:

“Di 8’ê Tîrmehê saet 13.00’an de dema ku wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep a ku dixwest ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçe, hêzên me bi çekên giran lê da. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî tevî dagirkerên di nava wê de hate îmhakirin.”