​​​​​​​Derxistina cenazeyan ji gora komî ya li Minbicê bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Tendiristiyê ya Minbicê, derxistina cenazeyan ji gora komî ya li naverasta bajarê Minbicê bi dawî kir.

​​​​​​​Derxistina cenazeyan ji gora komî ya li Minbicê bi dawî bû
28 tîrmeh, 2022   17:23
MINBIC

Derxistina cenazeyan ji gora komî ya li Minbicê bi dawî bû. Ji gora komî ya ku li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demoratîk a Minbicê ya li naveraeta bajêr hatibû dîtin, 29 cenaze hatin derxistin

Gora komî sibeha 28’ê Tîrmehê ji aliyê karmendên Şaredariya Gel a Minbicê ve hat dîtin, dema ku karkeran xetên kanalîzasyonê dikolandin.

Li ser vê yekê ekîbên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Komîteya Tendirustiyê dest bi derxistina terman kir. Destpêkê 6 term hatin derxistin. Bi gistî 29 term hatin derxistin.

Tê texmînkirin, termên hatine derxistin ên kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn revandin. Çeteyên DAIŞ'ê ji destpêka 2014 heta Tebaxa 2016'an Minbicê dagir kiribûn.

Li gor agahiyên destpêkî, di nav terman de du zarok hene. Piraniya wan dest û çavên wan girêdayî ye. Ev yek nîşan didin ku ew li cem DAIŞ’ê girtî bûn.

Ekîban hin belge dîtin lê hîn nehatiye piştrastkirin ew girêdayî terman in, her wiha tiştên wek “saet” û “şûşeyên gulavê” hatin dîtin, dibe ku bi alîkariya wan nasnameya terman were naskirin.

Avahiya ku tê de term hatine dîtin yek ji mezintirîn girtîgehên DAIŞ’ê bû û di herêmekê de ye ku DAIŞ’ê ji xwe re bingehek di rêvebirina herêmê de girtibû.

Rêveberiya Minbicê li ser komkirina agahî û belgeyan ji bo naskirina nasnameyên terman, dixebite. Tê payîn ku eger kar û xebat berdewam bûn, daxuyaniyek ji çapemenî û raya giştî re were dayîn.

Ev ne cara yekê ye ku goreke komî li bajarên ku DAIŞ’ê ew dagir kiribûn, tê dîtin. Beriya vê yekê jî li Reqayê 28 term di goreke komî de hatin dîtin.

Piştî çend mehan ji rizgarkirina Minbicê di destpêka 2017’an de goreke komî li parka nexweşxaneya Firatê ya Minbicê wê hat dîtin.

Piştî vedîtina wê gorê, tê  pêşbînkirin ku gorên din hene nexasim ku DAIŞ bi hezaran girtî li cem xwe hiştibûn û heta piştî têkçûna wî li Baxozê di 2019’an de ew bernedan ku heta niha çarenûsa wan girtiyan nediyar e.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê piştî şerê 73 rojan di 15’ê Tebaxa 2016’an de, bajarê Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Mîna herêmên din ên ku dagir kiribûn, çeteyên DAIŞ'ê li Minbicê eşkere sûcên qetilkirin, îşkencekirin û lîstina bi cenazeyan kirin, laşê mirovan parçe dikin û li qadan û cihên giştî dadilqandin da ku şêniyan bitirsîne.

Ruxmî ku DAIŞ di aliyê erdîngarî de hatiye tunekirin, lê xeteriya wê hîna bi dawî nebûye û li Çolistana Sûriyê, gundewarên başûr ê Heseke û Dêrazorê êrişan pêk tînin.

(mh)

ANHA