​​​​​​​Çalakvan Adil El-Hadî: Hikumeta Şamê berpirsa bûyerên dawîn ên li Siweydayê ye

Çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siweydatyê Adil El-Hadî diyar kir ku hikumeta Şamê sedema şerên dawîn û bêaramiya parêzgehê ye ku hewl dide rewşa li parêzgehê vegerî mîna beriya 2011`an. El-Hadî diyar kir ku çareserî bi pêkanîna pergala demokratîk a nenavendî ye.

​​​​​​​Çalakvan Adil El-Hadî: Hikumeta Şamê berpirsa bûyerên dawîn ên li Siweydayê ye
28 tîrmeh, 2022   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHA EL-HEBÎB

Ji çend rojan ve, li parêzgeha Siweyda ya başûrê Sûriyê şer û nakokiyeke mezin hene. Hêzên “Rîcal El-Kerama” êvarê Şêşemê baregehên komên alîgirên hikumeta Şamê desteser kirin.

Piştî girtina hejmarek ciwanên Şehba yê Siweydayê ji aliyê “Hêzên El-Fecir” ên girêdayî “Ewlehiya Leşkerî” ya hikumeta Şamê ve, şênî rabûn û rêya Şam-Siweyda û rêyên din ên digihînin navenda bajêr girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOR) roja sêşemê, ragihand ku şerên dijwar di navbera her du aliyan de çêbûye. Êrişkeran baregehên hikumetê Şamê yên li herêmê şewitandin.

Şer ji êvara Şêşemê heta sibeha Çarşemê li derdora malê serokê koma çekdar Racî El-Felhût berdewam kir. Dem demê dengê teqînên mezin ên guleyên moşekan hatin bihîstin ku di şer de dihatin bikaranîn.

Li ser wê, bîlançoya windahiyên her du aliyan gihaşt 13 kuştî û zêdetirî 30 birîndaran. Ji koma “Racî El-Felhût” 9 kes û 4 çekdarên xwecihî êyn êrişî baregehên El-Felhût li bajarokên Selîm û Etîl kirine, hatin kuştin.

Hate ragihandin ku hêzên Tevgera Rîcal El-Kerama roja Çarşemê Racî El-Felût di mala wî de girt.

GELO ÇI BÛ?

Têkildarî mijarê, çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siweydayê Adil El-Hadî ji ajansa me re axivî û got: “Di aliyê pratîkê de, nakokî berdewam kir ji ber ku koma El-Felhût girtina ciwanên bajarê Şehba domand û qebûl nekir ku wan serbestberde. Her wiha israr kir ku şêniyên Şehba du ciwanên din radest bikin da ku bi wan re lêpirsînê çêkin. Piştre komê gelek kesên din revandin. Di encamê de nakokî zêde bû û necidîbûna komê ku mijarê çareser bike, xuya bû.”

El-Hadî wiha domand: “Çarşemê nakokî di radeya xwe ya herî bilind de bû. Tevgera Rîcal El-Kerama bi ser baregeha koma Racî de girt, ciwanên Şehba û komên din piştgiriya wê kir û mala Racî El-Felhût a li bajarokê Etîl dorpêç kir û di dawiyê de ketin mal, gelek endamên wî kuştin û dîl girtin.''

HIKUMETA ŞAMÊ BERPIRSA SEREKE YE

Der barê sedemên rastîn ên bêaramiyê de El-Hadî got: “Bi rastî, hikumeta Şamê sedema sereke ya van şeran e. Ji ber ku îstîxbarata leşkerî ew kom birêxistin kirin, fînanse kirin, perwerde kirin û erkên ku qanûnê derbas dikin da wan ku şêniyan kontrol bikin û zulmê li wan bikin. Ji ber wê hikumeta Şamê berpirsa tevliheviya ewlehî li parêzgehê ye.”

El-Hadî ev li gotinên xwe zêde kir: “Rewş wiha ye, hikumeta Şamê nekarî çareseriyan deyne, tenê soz dan da ku mijarê dereng bixe. Ji ber siyaseta ewlehî ya hikumetê xwe dispêre van koman da ku hebûna xwe ferz bike û ji nû ve Siweyda kontrol bike. Ev mijar bi sernakeve û dê bibe sedema tevliheviyê.”

El-Hadî anî ziman ku hikumeta Şamê sûd ji dersên trajedîk ên aloziya Sûriyê negirt û niha hewl dide rewşê vegerîne mîna beriya 2011`an. Her wiha got, hikumeta Şamê ne xwedî vîn e û amûr jî li cem tune ne. Tenê di hunerên wêrankirin û wêraniyê de pispor e.

ÇARESERÎ NENAVENDÎBÛN E

Der barê çareseriya guncew li Siweydayê de çalakvanê siyasî û parêzer Adil El-Hadî got: “Em bawer dikin ku çareserî li Siweyda û Sûriyê bi giştî  bi pêkanîna pergala demokratîk û biryara 2254'an, veguhestina siyasî û sepandina serdestiya qanûnê ye, her wiha bi avakirina dewleta heqê û rûmetê li gorî rêveberiyeke nenavendî ya fireh e ku desthilata çêkirina biryarê careke din belav dike da ku berjewendiyên xwecih rave bike.”

(şx)

ANHA