Li Rojhilata Navîn nexşeyeke siyasî ya nû tê xêzkirin

Li Rojhilata Navîn ger û hevdîtinên zêde di navbera serokên dewletên herêmê de pêk tên. Li gel hewldanên dewletên Ereban ên normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re û hewldanên çareserkirina krîza di navbera dewletên Kendavê û Îranê de, çavdêr diyar dikin ku li herêmê nexşeyeke siyasî ya nû tê avakirin.

Li Rojhilata Navîn nexşeyeke siyasî ya nû tê xêzkirin
28 tîrmeh, 2022   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Hisên Ebdullehyan ragihand ku Riyad welatê wî agahdar kiriye ku dewamkirina diyalogên ji bo vegerandina têkiliyan erê kirine ku bi salan e bi welatê wî re qut bûbûn.

Her wiha Ebdullehyan diyar kir ku piştî têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de qut bûn û bandor li têkiliyên Îmarat û Kiwêtê yên bi Îranê re kir, ew difikirin ku asta xebatên dîplomatîk li Tehranê bilind bikin û di demeke nêz de bigihînin asta balyozxaneyan. Her du welatan ji destpêka sala borî ve li Bexdayê 5 gerên diyalogê li dar xistin.

Li gorî raporên rojnameyan, gera dawî di Nîsanê de bû, tê de berpirsên sekreteriya Meclisa Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û serokatiya îstîxbarata Erebistana Siûdî amade bûn. Her wiha wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên eşkere kir ku civîna bê ya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ya li paytexta Iraqê Bexdayê dê eşkere be.

Çileya 2016'an, Erebistana Siûdî têkiliyên xwe bi Îranê re qut kirin, anku piştî li dijî balyozxane û konsolosxaneya xwe ya li Tehranê êrişî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin kirin. Xwepêşandêran wekî berteka li hemberî înfazkirina oldarê siûdî yê şîe yê muxalîf Nimir El-Nimir ji aliyê Riyadê ve, êrişî balyozxane û konsolosxaneyê kir.

Daxuyaniyên Emîr Ebdullehyan ên têkildarî diyaloga bi Riyadê re, piştî çend rojan  ji daxuyaniyên Îmaratê ku li ser erkdarkirina balyozekî li Tehranê lêkolîn dike, pêk hatin, nemaze piştî qutkirina têkiliyên Îran û Siûdî nûnertiya xwe kêm kir.

Li gorî çavdêrên kar û barên herêmê, dewletên Ereban hewl didin ji hemû aliyan ve hevbendiyan ava bikin da ku xwe ji bandorên "Bihara Ereban" biparêzin. Her wiha axaftinên li ser vekişîna Amerîkayê ji Rojhilata Navîn û gefên Rûsya û Çînê.

Ji ber vê yekê dewletên Ereban berê xwe didin normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re û hinekên din jî hewl didin têkiliyan bi Îranê baş bikin.

NEXŞEYA SIYASÎ YA NÛ

Gerînendeyê Navenda Kînane ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Hanî El-Cemel têkildarî gavên dewletên Ereban ên avakirina têkiliyan bi Îsraîl û Îranê re, got: "Li cîhanê gelek dosyayên germ hene, bi taybet piştî operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ku ji nû ve tevgera siyasî ya cîhanê ava kir. Bi wê re êdî hêzeke herêmî ya nû piştî Koronayê çêbû û Rûsya bi desteka Çînê xurt bû. Di encamê de ji civata navneteweyî re eşkere bû ku nexşeyeke siyasî ya nû heye ku li ser hilweşîna yek qutbî (Amerîka) dixebite û hewl dide pir qutiban ava bike. Ji ber wê gelek tevgerên dewletan çêbûn ku Rûsya cihê nû yê têkiliyan û berdêla têkiliyên xwe bi Amerîkayê re ye."

NÊZBÛNA JI QADA DOSYAYA ABORÎ

Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump di rojên dawîn ên erka xwe de hin gav ji bo Rojhilata Navîn avêtin. Trump xwest dewletên Ereban têkiliyan bi Îsraîlê re normalîze bikin, ev yek bi rêya lihevkirinên bi Îmarat, Behreyn, Fas û Sûdanê pêk hatin. Lê dewletên Ereban her wiha hewl dan xwe nêzî Îranê bikin, da ku rûbirûyî provokasyonên Tehranê neyên. Lê hinan ev gav wek tedbîran wesif kir, bêyî ku nêrîna Amerîkayê yan ya Îsraîlê nas bikin.

Têkildarî mijarê, El-Cemel ev tişt got: "Metirsiyên ku Amerîkayê ji van dewletan re çêdikirin, kêm bûn. Êdî ev dewlet li hevbendiyên navneteweyî yên nû gerîn. Ewlehiya Îsraîlê jî xeta yekemîn û dawî ye ku her tim Washington di têkiliyên xwe bi dewletên li Rojhilata Navîn re teqeziyê li ser vê yekê dike. Di encamê de normalîzekirin gaveke ji bo teqeziya bi têkiliyên klasîk ên di navbera dewletên Kendavê û Amerîkayê de ye, nemaze ji ber ku ji bo qada aborî girîng e. Îsraîl xwedî gelek kaxezên aborî ye ku herêma Rojhilata Navîn bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê hin dewletên Ereban berî dan normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re, ji ber ku dibinin dosyaya aborî wê ya herî bi bandor be, nemaze ku ev dewlet ne xwedî hêza leşkerî ya xurt in ku rasterast rûbirûyî her dewletekê bibin.  Lewre têkiliya bi Îsraîlê re têkiliyeke ji bo piştevaniya li hemberî hin xeteriyan e ku Amerîka hewl dide ji van dewletan re derxe."

Li aliyekî din jî DYA’yê hewl da di civîna Cedeyê de ku serokê Amerîka Joe Biden û komek ji serokên dewletên Ereb amade bûbûn "NATO ya erebî" ava bike ku van dewletan bi Îsraîlê re kom bike. Armanc ji vê yekê ew e ku ev dewlet li hember "gefên Îranê" parastina xwe bikin. Lê daxuyaniyên berpirsên Ereb hewlên ji bo vê hevbendiyê derewandin. Li gorî analîzan, Ereb axaftina li ser mîna vê hevbendiyê bi awayekî eşkere nakin, da ku Îran bi hêrs nebe.

Girêdayî mijarê, Hanî El-Cemel ev tişt got: "Ji civîna Cedeyê eşkere bû ku hin dewletên mîna Misirê hebûna NATO’yeke Erebî li herêma Rojhilata Navîn red dikin. Ji ber wê Washington û Îsraîlê ku hêzên mezin di vê hevbendiyê de ne wê hevbendiyê kontrol bikin karînên dewletên ereba ên leşkerî, aborî û amûrên enerjiyê lawaz bikin."

El-Cemel ev tişt anî ziman: "Diviyabû mîna van hevbendiyan li herêma ereban hatiban avakirin. Me hewldanên pêkanîna hevbendiyan di navbera Urdin, Misir û Iraqê de û derbasbûna hin dewletên Kendavê ku dixwazin hêzeke serbixwe bin û li hember xeteriyên Tirkiyê, Îran û Îsraîlê bisekinin, dît. Her wiha dê hevbendî destekê bide têkiliyên bingehîn ên ereban û ewlehiya herêma ereban li hember van xeteriyan biparêze. Nexasim ku lîstoka siyasetê û yekblokî êdî bi dawî dibe û dê hin blokên siyasî yên nû hebin ku cîhanê bi rê ve bibin.  Lê tevî ku nakokî li ser wergirtina Îranê ji bernameya nukleerî re hene ku gefan li ewlehiya dewletên Kendavê dixwin, lê hin têkiliyên dîplomasî bi awayekî sabit di navbera Îran û Erebistana Siûdî de pêk hatin, li kêlek wê jî Îmarat bi awayekî eşkere ragihand ku ew nakeve tu hevbendiyên leşkerî li dijî Îranê."

El-Cemel di dewama axaftina xwe de got: "Dosyaya aborî têkiliyên dewletên Kendavê û Îranê bi rêxistin dike. Ji ber wê dê dewletên Kendavê Îranê nekin hedef, ji ber ku Îran xwedî amûrên zextê yên mezin li ser dewletên Kendavê ne. Ev yek bi rêya tevgerkirina hûsiyan li Yemenê û tehdîdkirina ewlehiya Kendavê an ku kontrolkirina Lubnanê ji aliyê Hizbullah ve ku xaleke din di nakokiyên Kendav û Îranê de ye çêdibe. Di encamê de ger çi nakokî û şer li herêmê pêk hatin dê dewletên Kendavê zirareke mezin bibînin. Ji ber li gel wê amûrên bi hêz tune ne. Lê li gel Îranê siyaseteke hene ku dikare bi rêya wê kontrol bike û armacên xwe yên herêmî û stratejî pêk bîne. Ev hevbendî zextên li ser dewletên ereban sivik dike ku di bin krîzan de mane.''

‘NAKOKIYA ÎRAN-ÎSRAÎLÊ NAKOKIYA HEGAMONYAYÊ YE’

Gerînendeyê Navenda Kînane ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk nakokiyên neyekser ên Îsraîlê û Îranê li herêmê wiha wesif kir: "Ew nakokiyên li ser kontrolkirina kapasîteyên li Filistîn, Sûriye, Lubnan û dewletên Kendavê ye. Ev her du dewlet dizanin ku heger çekên nukleerî yên li xwe xwe bi kar bînin, bê sûd in, ji ber wê ew her du dewlet li şansekê digerin ku kî dikare şansa herî bi hêz wergire ku di dosyayên aborî û civakî yên bi dewletên Kendavê re hebe."

Têkildarî bandorên têkiliyên ereban bi Îsraîlê re li ser têkiliyên wê bi Îranê re jî El-Cemel wiha got: "Hebûna têkiliyên di navbera dewletên Ereban û Îranê de bandore li têkiliyên di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de nakin. Ew yek jî bi awayekî mezin di foruma gaza rojhilata deryaya Spî ya ji bo hinardekirina enerjiyê ji Ewropa re eşkere bû. Di encamê de hebûna têkiliyên Ereb bi Îranê re bandore li têkiliyên wan dewletan bi Îsraîlê re nakin."

(fr)

ANHA