Newroz Ehmed: Bi peyamên sersaxiyê dewleta Tirk nayê sekinandin

Newroz Ehmed diyar kir ku daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî ya sersaxiyê ji her sê jinên pêşeng re têrê nake û dewleta Tirk nade sekinandin û wiha got: “Peyama me jî li hember wê ev ; em ê têkoşîna xwe bi taybet wek YPJ û hêzên jinan bilintir bikin, bi tu êrişan nikarin bi me gav bi paş de bidin avêtin.”

Newroz Ehmed: Bi peyamên sersaxiyê dewleta Tirk nayê sekinandin
27 tîrmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li kelêka gefên dagirkirina herêmên nû, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Bi taybet hedefgirtina pêşengên şoreşê bi balafirên bêmirov zede bûye.

Herî dawî di 22`yê Tîrmehê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişloyê erebeyek kir hedef û di encamê de her sê fermandarên jin ên QSD û YPJ'ê; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn. Li dijî van êrişên dewleta Tirk gelê herêmê helwestên tund raber dike û hêzên Koalîsyona Navneteweyî berpirs dibînin ku qada hewayî ji êrişên dagirkeran ve vekirî dihêle.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed, der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdxistina her sê fermandaran de ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Newroz Ehmed anî ziman ku dê tola şehîdan hilînin û got: “Bi xurtkirina hevgirtina xwe em ê bikarin êrişên nû têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin.  Tiştê ku dikeve ser milê me, helbet em ê bi cih bînin.”

Newroz Ehmed destnîşan kir ku bi hedefgirtina pêşeng, fermandar û gel, dagirker dixwazin herêmê vala bikin û hêzên leşkerî lawaz bikin, bê pêşeng bihêlin û got: “Ev li wan berovajî zivirî.”

`HER SÊ HEVALAN BARÊN GIRAN ÊN VÊ ŞOREŞÊ HILDAN`

Newroz Ehmed têkildarî sekna şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan wiha axivî: “Her du hevalên me Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr di pêvajoya destpêka şoreşê de cih girt. Di serî de şerê Serêkaniyê, Heleb, Efrîn, Kobanê, Minbic, Reqa û herî dawî hemleya li dijî DAIŞ’ê ya li Baxozê de heya dawiyê cih girtin. Di wan şeran de bi taybet wek fermandar beşdar bûn. Piştî hemle bi dawî bûn, hevala Jiyan têkoşîna xwe dewam kir ku herî dawî di nava hêzên taybet de cihê xwe girt û di rêveberiya Koalîsyona Navneteweyî de jî cihê xwe digirt. Van hevalan barên giran ên vê şoreşê hildan ser milên xwe. Li cihên herî zor û zexmet bê teredût cih girtin. Heval Barîn ku hevaleke ciwan bû, li ser vê armancê tev lê bû. Navê şehîd Barîn rakir û bi kîneke mezin li dijî êriş û dagirkeriyê xwest di refên herî pêş de cih bigire.”

`BI ÊRIŞAN BI SER NEKETIN Û RÊBAZÊN QIRÊJÎ PÊK TÎNIN`

Newroz Ehmed der barê rêbazên şehîdxistina pêşengên civakê de anî ziman ku ev encama lawazbûna dewleta Tirk e û wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk piştî ku şerê DAIŞ’ê bi dawî bû, bi awayekî yekser kete dewrê û êrişên xwe li ser herêmên me dan destpêkirin. Herêmên me dagir kirin, şerekî gelekî dijwar hat meşandin û bi vî şerî re pêvajoyeke nû ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Vê jî têrê nekir ku dewleta Tirk di her fiesendê de vê tîne ser ziman, hedefa wan ne ku bi rastî xetere anku tehdîtek li ser wan heye. Ji ber wê jî her tim hincetên cuda çêkirin û êrişên xwe bi pêş xistin. Vê jî têrê nekir. Şerê îstîxbaratê û teknîkê dan meşandin. Di van salên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êriş bi awayekî gelekî dijwar kirin. Esas ev rêbazekî dewleta Tirk ya qirêjî ye. Ji êrişên din encam negirtin, êdî bi van rêbazan dikin. Ji ber bêçarebûn û lawaziya xwe dest diavêje van rêbazan. Bikaranîna teknîkê li ser esasê lawazkirina şoreşê ye. Bi taybet hedefgirtina hevalên me yên fermandar û pêşeng ji neçarî û zeîfbûna wan e.”

‘PLAN LI WAN ZIVIRÎ’

“Bi van rêbazan dixwazin herêmê bê pêşeng bihêlin û vala bikin.” Bi van gotinan Newroz Ehmed behsa armanca dewleta Tirk kir û wiha dewam kir: “Di demên derbasbûyî de çawa ku li cihên dihatin hedefgirtin gel hîn zêdetir xurt dibû, bi hêz dibû, xwedî li pêşeng û axa xwe derdiket, ev zêdetir derdikeve pêş. Sekna gel û şervanên me hemû êrişan têk dibe. Planên dewleta Tirk têk dibe. Bi hedefgirtina pêşeng, fermandar û gel, dixwaze herêmê vala bike û hêzên me yên leşkerî lawaz bike, bê pêşeng bihêle û bi vî rengî bikare hedefên xwe bi cih bîne. Lê ev berovajî lê zivirî.”

ENCAMA BÊTEHEMULIYA DAGIRKERAN JI PÊŞENGÊN JIN RE

Di salvegera 10`mîn a şoreşa de û piştî Foruma Şoreşa Jinan hedefgirtina 3 jinan, Newroz Ehmed wek encama bêtehemuliya dewleta Tirk ya ji şoreşa jinan re nirxand û got: “Em derbasî sala 11`emîn a şoreşê bûn. Ev şoreş kêlî bi kêlî hat vê pêvajoyê. Bi taybet pêşveçûnên jinan di aliyê tevlêbûna jinan de, di serî de leşkerî û hemû qadan de, bû şoreşa jinan. Ev êriş hîn zêdetir di şexsê pêşengên jin de tên pêşxistin. Têkoşîna azadiyê jinan azadiya civakê ye, bingeha wê ye. Çawa ku di şexsê hevrê Sosîn Bîrhat, heval Ronahî, Dîlar, Mizgîn û herî dawî Jiyan, hevala Roj, hevala Barîn, hevala Hebûn, hevala Hevrîn û gelek hevalên me yên din ku di destpêka şoreşa Rojava de cih digirt, di nava qadên civakî û leşkerî de bûn, bi taybet hatin hedefgirtin. Pêşengiya ku li herêmên me tê avakirin, di esas de ji bo tevahî herêm û cîhanê mînakek e. Ji ber wê dewleta Tirk tehemul nake.”

Newroz Ehmed da zanîn ku bi van êrişan nikarin gav bi wan bi paş de bidin avêtin û got: “Li dijî vê dewleta Tirk bi van êrişên xwe vê peyamê dixwaze bide; tu yê tê nekoşî, tu yê ji bo azadiya xwe li ber xwe nedî, ji bo wê israr nekî. Yan tu yê xwe li gorî van bikî yan jî mafê jiyanê ji bo te tune ye. Peyama ku em li hember vê didin ev e; em ê şoreşê xurttir bikin, têkoşîna xwe bi taybet wek YPJ û hêzên jinan bilintir bikin, bi tu êrişan nikarin vê biryardayîna me rawestînin, bi me gav bi paş de bidin avêtin.

Soza ku em ji şehîdên xwe re didin, bi taybet jî şehîdên me yên vê dawiyê ew e ku ezm û îradeya me ya ku ji her demê xurtir, em ê di têkoşîna pêşerojê de jî bidin diyarkirin.”

‘ÇI DEMA SERÇETEYEK TÊ KUŞTIN DAGIRKER ZÊDETIR HAR DIBE’

Newroz Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van rêbazên êrişan têkoşîna li dijî DAIŞ û komên çete dixwaze asteng bike û wiha axivî: “Her ku êrişek bi ser serçeteyên DAIŞ’ê de tê, dewleta Tirk zêdetir har dibe û êrişên xwe zêde dike. Hedefgirtina hevalên me bi vê ve girêdayî ye. Bi van êrişan dewleta Tirk tola çeteyan hiltîne. Girêdana xwe bi van çeteyan ve gelekî zelal derdixe holê.”

Piştî şehîdxistina 3 jinên pêşeng, Koalîsyona Navneteweyî peyama sersaxiyê dabû. Newroz Ehmed ev daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî kêm dît û wiha got: “Koalîsyona Navneteweyî ji 50 welatan zêdetir dewlet tê de cih digirin. Hîna jî dibêjin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê girîng e, metirsiya li dijî DAIŞ’ê heye. Êrişa li ser zindana Hesekê ji hemû cîhanê re jî diyar kir ku xetere heye ku dîsa xwe bi rêxistin bikin û ji hemû cîhanê re bibin metirsiyeke gelekî cidî. Di demeke wiha de ku em bikarin têkoşînê bilindtir bikin, di serî de herêmên xwe biparêzin, dewleta Tirk êrişên xwe xurt dike. Ji ber wê li dijî van êrişên dewleta Tirk helwesteke tund pêwîst e. Tenê peyamên sersaxiyê yan jî gotinên ku dibêjin em li gel hev in, em ê têkoşîna xwe ya hevbeş berdewam bikin, têrê nakin.”

“Koalîsyona Navneteweyî ne tenê ji bo gelê herêmê biparêzê, ji bo hemû cîhanê biparêze hatiye vir.” Bi van gotinan Newroz Ehmed erk û berpirsyariya Koalîsyona Navneteweyî bi bîr xist û got: “Erk û berpisyariya wan e, hêzên ku vê têkoşînê dikin û gelê me biparêzin. Ji ber ku îro gef li ser hebûna me û gelê me ye. Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên me pêk tîne ne tenê li ser herêmên me û hêzên me yên leşkerî ne, li ser hemû welatan e. Ev rêbazên dewleta Tirk ên qirêjî li ser cîhanê bi giştî xetere ne.”

Newroz Ehmed got: “hevrêyên me çi êriş li ser dewleta Tirk pêk anîne? Bila îspat û belgeyên wê derxin. Bila her kes vê bişopîne. Madem dibêjin em bi hev re tê dikoşin, em bi hev re jî vê bişopînin. Ev helwestên ku dibêjin em qebûl nakin, ne êrişan ne jî dewleta Tirk nade sekinandin. Ger ev têkoşîna li vir hatiye dayîn têkoşîna cîhanê ye, wê demê divê em bi hev re lê xwedî derkevin û xetereya heyî berteref bikin.”

‘PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR’

Newroz Ehmed diyar kir ku bi şehadeta 3 pêşengan re pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got: “AKP/MHP di encama tengaviya tê de, hemû rêbazên qirêjî bi kar tînin. Êrişên dawîn û her wiha êrişa li Zaxoyê jî ev da diyarkirin. Bi 10 saliya şoreşê re êdî em derbasî qonaxeke nû bûn ku bikarin şoreşê biparêzin. Şehadeta her sê hevalên me jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Ji bo ku em vê şoreşê biparêzin û ewle bihêlin, divê gelê me û hêzên me yên leşkerî jî têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li dijî van êrişan Newroz Ehmed da zanîn ku ji her demê zêdetir amade ne û got: “Em ê van êriş û planan hemûyan têk bibin. Ji her demê zêdetir em amade ne. Xeyala wan hevalan bû ku herêmên hatine dagirkirin, bên rizgarkirin. Ji bo rizgarkirina van herêman û têkbirina planan di serî de şehîd, malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe re soza xwe nû dikin. Êdî em ê hemû wekî Jiyan, Roj û Barînan beşdar bibin. Bi hezaran kes dê şûna wan dagirin. Şêwazê fermandariya serkeftî ya van hevalan ji bo xwe esas bigirin.  Bi vî ruhî em ê sala 11`emîn a şoreşê bikin sala serkeftin, azadî û parastinê.”

`EM Ê TOLÊ HILDIN Û ŞOREŞÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ`

Di dawiya axaftin xwe de Newroz Ehmed soza tolhildana şehîdxistina her sê jinên pêşeng da û got: “Tola van hevalan em ê hilînin. Bi xurtkirina hevgirtina xwe, em ê bikarin êrişên nû têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin. Tiştên ku dikevin ser milê me helbet em ê bi cih bînin. Em ê vê şoreşê bigihînin serkeftinê. Têkoşîna wan hevalên ku bi wê coş, moraleke mezin û bi ruhê fedaî beşdarî xebatên hemû qada bûn, erka me ye ku em vê temam bikin.”

ANHA