Prof. Viktor De Currea Lugo: Şoreşa Rojava serkeftineke mezin e

Prof. Vıktor De Currea Lugo yê kolombiyayî diyar kir ku der barê şoreşa Rojava de ew şaş hatiye agahdarkirin û got "Ji bo min, ev yek bi rastî jî girîng e, ji ber ku kêmasiya agahiyan yan jî agahiyên şaş pêşî li destekê digire. Rojava qezenceke mezin e."

Prof. Viktor De Currea Lugo: Şoreşa Rojava serkeftineke mezin e
28 tîrmeh, 2022   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şoreşa 19'ê Tîrmehê sala xwe ya 10'an li dû xwe dihêle lê rastî êriş û gefên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê tê. Li gel êrişên fîzîkî jî polîtîkayên reşkirina şoreşê jî dewam dikin.

Kesekî ku der barê şoreşê de şaş hatiye agahdarkirin jî Prof. Victor De Currea Lugo ye. Di sala 2019'an de ji bo  dîtina şoreşa Rojava serdana herêmê kiriye.

Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn ê kolombiyayî û hîndekar Prof. Viktor De Currea Lugo bi wesîleya salvegera 10’an a şoreşa 19'ê Tîrmehê ji ANHA'yê re axivî.

'JI BO MIN GELEKÎ GIRÎNG BÛ KU EZ ŞAHIDIYÊ LI DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BIKIM'

Viktor Currea Lugo di sala 2019'an de hatiye serdana Rojava û Şoreşa 19'ê Tîrmehê wek serkeftineke mezin bi nav kir û wiha axivî: "Beriya her tiştî min bi rêya pirtûkan û nîqaşên akademîk bi têkoşîna Kurd dizanî. Min di sala 2013'an de cara yekemîn li Amedê Kurd nas kirin. Piştre ez çûm Başûrê Kurdistanê. Ez di sala 2019'an de li Rojava bûm. Min serdana Amûdê, Kobanê û bajarên din kir.  Ji bo min gelekî girîng bû ku şahidiya têkoşînê, bi taybetî jî têkoşîna jinan bikim. Bi rastî jî serkeftinek e ku piştî şerê Kobanê civakê pergaleke nû ava kir. Divê hurmet ji van hemûyan re bê nîşandan.

Ji bo min serdana Qamişlo, Amûdê û Kobanê ezmûneke mezin bû, ji ber ku hûn nîşanî cîhanê didin ka avakirina hêzeke gel a rasteqîn a gel çawa pêkan e û ev serkeftineke mezin e. Yanî bi awayekî îronîk em bibêjin hûn ji bo mirovahiyê mînakeke ne baş in.”

Currea Lugo got: "Ya ku min li Rojava dît ew bû ku gelê Kurd û hemû gelên din bi hev re dijîn. Min serdana cihên wekî rojavayê Sahrayê jî kir. Ez li Filistînê bûm. Ez çûm Burmayê ya li Myanmarê û fikra min ew e ku rola ku jin dilîzin bi rastî jî balkêş e û mînakeke baş e.”

Currea Lugo got şoreşa Rojava ji hemû cîhanê re mînak e û got: "Têkoşîna herî mezin ne tenê ceribandin e, serkeftin e."

Currea Lugo destnîşan kir ku gelê Kurd li Tirkiye û Iraqê hêzeke herêmî ava kiriye, lê ya herî girîng jî Kurdên li Rojava ji civakên din re bûne model.

'DER BARÊ ROJAVA DE EZ ŞAŞ HATIM AGAHDARKIRIN'

Currea Lugo diyar kir ku ew têkildarî şoreşa Rojava şaş hatiye agahdarkirin û got: "Ji bo min yek ji metirsiyên herî mezin li Amerîkaya Latîn nebûna agahî û heta agahiyên şaş ên der barê gelê Kurd de ye. Heta hin pispor hene ku ji bo qirêjkirina rojeva têkildarî gelê Kurd hewl didin. Ji bo min, ev bi rastî jî girîng e, ji ber nebûna agahdarî an jî agahdariya şaş dibe sedem ku neyê nasîn an jî destekê nedinê."

Currea Lugo qala êriş û gefên li dijî Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî kir û got: "Artêşa Tirk û artêşa Sûriyê ji bo tesfiyekirina gelê Kurd, têkoşîna Kurdan û cihêkariyê heman mantiqî didomînin.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE BI ÊRIŞAN NETEWEYEKE HOMOJEN ÇÊKE’

Currea Lugo da zanîn ku pirsgirêkeke herî mezin a dewleta Tirk avakirina neteweyeke homojen e û destnîşan kir ku gelê Kurd li Rojava û herêmên din dixwaze hindikahiyan di nava xwe de vehewîne.

Currea Lugo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze neteweyeke homojen a bi eslê xwe Tirk ku xwe dispêre teoriyên Ataturk ava bike û got: "Ev tê wê wateyê ku hindikahiyan tune bike û zilmê li wan bike. Ji ber vê yekê beşek ji çareseriyê ew e ku gelê Tirk bi hêza hikumeta Tirk re rû bi rû bimîne û xwedî wê kapasîteyê be ku ji bo welatekî pirneteweyî û pirçandî ku hemû gel bikarin bi heman maf û azadiyan bijîn, tê bikoşin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku Tirkiye ne bi tenê ye. Bi temamî desteka NATO'yê û Neteweyên Yekbûyî jê re heye.”

Currea Lugo destnîşan kir ku têkoşîna çekdarî ne vebijêrk e lê mecbûriyet e ku gelê Kurd ji bo parastina xwe dike û got: "Ji aliyekî ve afirandina kapasîteyên herêmî yên xurttir û hevpariya prensîbên demokratîk, li aliyê din jî amadekariyên ji bo pêwistiya bikaranîna çekan li ser maseyê ne. Ev kombînasyon, bi qasî ku fêm dikim, rêya mayîna têkoşîna Kurdan e."

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ; SENARYOYEKE BERJEWENDIYAN

Girêdayî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, Currea Lugo destnîşan kir ku ev êriş pêk hatin, ji ber ku civata navneteweyî rêzê ji serweriya qanûn, lihevkirin û rêgezên navneteweyî re nagirin.

Currea Lugo ev helwest wek  "senaryoyeke ku tê de diyar dibe ku civaka navneteweyî ya ku tê gotin tenê xwedî berjewendî ye, ne dostan e."

Currea Lugo wiha pê de çû: "Li hemû deverên Rojhilata Navîn li ser esasê rêgez an jî hiqûqa navneteweyî li şer nagerin. Berjewendiyên xwe esas digirin. Dema ku têkoşîna gelê Kurd analîz dikin, vî exlaqê dualî nîşan didin.

Min serdana kampeke penaberan a li Rojava kiribû. Min mirovên ji Hollanda û Almanyayê nas kirin. Hemwelatiyên Hollanda û Almanyayê bûn û li wir ji dayik bûbûn û demeke dirêj li wir jiyabûn. Qebûl nekirin ku vegerin welatên xwe. Ewlehî wek sedema vê yekê nîşan dan. Ev yek ne tenê bêhurmetiya li hiqûqa navneteweyî ye. Ev tê wê wateyê ku ew kes welatiyek e û wek welatî jî welatan li hember wan berpirsyarî hene.”

Prof. Viktor Currea Lugo diyar kir ku çareserî hiqûqa navneteweyî ye, lê belê qet hurmet jê re nehatiye nişandan û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Bi awayekî zelal zextên li hemberî gelê Kurd, niyeta tesfiyekirina civakê tên dîtin. Ji ber vê yekê mirov dikare qala hewldanên qirkirinê bike. Dema mirov qala hiqûqa mirovî ya navneteweyî dike, dema mijar dibe hurmeta ji sivîlan û hin rastiyan re, mînak; derbasbûna Tirkiyê li herêmê bi balafiran û bombekirina kampa penaberan a Mexmûrê, bi aşkerayî êrişa li dijî sivîlan e. Zilma li ser rojnamevan û aktîvîstên li Tirkiyê ji aliyê rayedarên Tirk ve, binpêkirina mafên mirovan e. Anku çareserî jixwe li ser kaxizê ye. Lê belê di her têkoşîneke mirovan ên li gelemperiya cîhanê de jî ev yek bi heman rengî ye. Pirsgirêk ew e ku kaxizek têrê nake. Kaxizek jiyanê rizgar nake."

ANHA