Azad Reşo: Rewşa birîndaran baş e, birîndarê rewşa wê giran li Helebê tê dermankirin

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo got, rewşa birîndarên topbarana duh a li ser Til Rifetê, baş e. Her wiha eşkere kir ku birîndara rewşa wê kirîtîk li nexweşxaneyên Helebê tê dermankirin.

Azad Reşo: Rewşa birîndaran baş e, birîndarê rewşa wê giran li Helebê tê dermankirin
27 tîrmeh, 2022   14:46
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Duh êvarê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû herêmên kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên li beramberî eniyên şer ên bi herêmên dagirkirî re topbaran kirin. Ji deverên ku hatine topbarankirin; Til Rifet, gundên Herbil, Kefer Naya, Kefer Nasih, Um Hoş û gelek gundên din hene.

Di encama wê topbarana hovane de, li derdora Til Rifetê 6 jin ku di berhevkirina petat de kar dikirin birîndar bûn. Yekser jin rakirin nexweşxaneya Til Rifet piştre ya Avrîn. Yek ji wan ji ber ku rewşa wê kirîtîk e şandin Helebê.

Navên birîndaran wiha ne: Sewsen Subhî Mistefa (14), Kewser Mistefa (17), Lemya Hesen (41), Rûxweş Reşo (15), Fehîme Reşo (22) û Etriye Mihemed Şobek (20).

Girêdayî mijarê rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gund û bajarên dagirkirî yên li dora kantona Şehba, gund û navçeyên kantonê yên tiji şênî û koçberên Efrînê topbaran dikin.

Reşo wiha domand: “Ji ber topbaranê, 6 jin birîndar bûn. Yek ji wan me rakir nexweşxaneyên Helebê ji ber birîna wê di lingê wê yê rast de kûr e û pêwîstiya wê bi nîştergeriyê heye. Yên din birînên wan navîn in û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ne, piştî ku rewşa wan baş bû.”

Reşo daxuyand ku piştî ku dagirkeriya Tirk erêkirinê ji bo destwerdana herêmêm bi dest nexist, hewl dide senaryoya 2019`an dubare bike dema Til Rifet topbaran kir û di encamê de 8 zarok şehîd bûn. Her wiha got, armanc jê tirasndina şêniyan e û valakirina herêmê ye. 

Reşo helwestên hêzên  Rûsya yên garantor yên li Til Rifetê şermezar kir û got: “Tevî ku gelek baregehên wê li bajêr hene, lê dewleta Tirk komkujiyan li dijî şêniyên bajêr pêk tîne. Piştî komkujiya Til Rifet û Aqîbê îro karkerên jin ên ku di nav zeviyan de kar dikin, kir hedef.”

Reşo di dawiyê de bang li Rûsya kir ku erkê xwe bîne cih û rêxistinên têkildarî mafên mirovan hovîtiya dagirkeriya Tirk bisekînine ku tunekirina şêniyên Efrînê yên koçber armanc dike.

(şx)

ANHA