Hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şand Derayê

Piştî çend rojan ji civîna Komîteya Ewlehî ya girêdayî hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê, hêzên hikumeya Şamê sewqiyatên leşkerî ber bi bajarê Tefes ê gundewarê rojava yê Derayê ve şandin, hemwextî wê jî rêya Dera-Tefes girt da ku malên kesên ku "tên xwestin" kontrol bike.

Hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî şand Derayê
27 tîrmeh, 2022   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, hêzên hikumeta Şamê rêya Dera-Tefes girt, hemwextî wê jî sewqiyatên leşkerî şandin derdora bajarê Tefes ê gundewarê rojava yê Derayê. Ev yek li gorî koordîneya bi rûspiyên Tefes re pêk hat ku malên kesên “tawanbar”yên  ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve têne xwestin, werin kontrolkirin.

Her wiha, herêm rewşeke nearam  heye, nexasim piştî civîna Komîteta Ewlehî ya girêdayî hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê û gefxwarina destpêkirina operasyoneke leşkerî eger bûyerên kuştina endamên hikûmeta Şamê bidomin.

Di 25’ê Tîrmehê de, endamên Komîteya Ewlehî ya hikumeta Şamê bi rûspiyên gund û bajarên Tefes, Yadûde û Casim ên Dera El-Beled re civiyan. Komîteyê daxwaz kir kesên bi dozên ewlehî û cînayatan ên ji aliyên wê ve tên xwestin werin radestirin. Serokê Komîteya Ewlehî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî xwar eger ew mercên wan pê neanîn.

Di civînê de parêzgarê Derayê, serokê şaxê Ewlehiya Leşkerî li herêma başûr Luey El-Elî û fermandarê firqeya pêncemîn, beşdar bûn.

 (mh)