Piştî rizgarkirina girtiyan şerên li Siweyda bi dawî bû

Piştî kesên ku ji aliyê koma ''Racî El-Felhût” ve  hatibûn girtin, ji aliyê “çekdarên xwecihî” ve hatin rizgarkirin, şerê li Siweydayê ya li başûrê Sûriyê bi dawî bû.

Piştî rizgarkirina girtiyan şerên li Siweyda bi dawî bû
27 tîrmeh, 2022   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên xwecihî yên ji şêniyên parêzgeha Siweyda di serî de hêzên “Şêx El-Kerame” kesên ku ji aliyê koma” Racî El-Felhût” ve hatibûn girtin, rizgar kirin. Ev koma navborî (Racî El-Felhût) destekê ji istixbarata leşkerî ya girêdayî hikumeta Şamê digire.

Li gorî SOHR`ê, hemwextî wê, li parêzgehê bi gelemperî, ji ber şadiya tunekirina koma “El-Felhût” ji aliyê “komên xwecihî “ve, gule tên avêtin û bi sedan welatî li çerxeriya Meşneqe kom bûne. Agahî der barê çarenûsa serokê komê de tune ne.

SOHR`ê îro ragihandibû ku şer di navbera her du aliyan de berdewam e. Bîlançoya kuştî û birîndaran a her du aliyan derdora 45 kes e.

(şx)