​​​​​​​Jinên efrînî: Dewleta Tirk nikare dawî li berxwedana me bîne

Jinên efrînî yên koçber, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kir û got: ''Dewleta Tirk bi van êrişan nikare dawî li berxwedana me bîne û me tune bike."

​​​​​​​Jinên efrînî: Dewleta Tirk nikare dawî li berxwedana me bîne
27 tîrmeh, 2022   13:59
ŞEHBA – ROHAT SÎDO

Duh (26`Tîrmehê), dewleta Tirk û çeteyên wê  navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Bi sedan topên li mal û baxçeyên welatiyan ketin. Di encama topebaranê de 6 jinên ku di nav erd de çandinî dikirin birîndar bûn.

Li ser mijarê jinên Efrînê yên koçber nênrînên xwe bi me re parve kirine,

/kr/uploads/files/2022/07/27/140119_fil-hemo.webp

Welatiya bi navê Filê Hemo got: " Dewleta Tirk di van rojên dawî de êrişên xwe yên li ser herêma me zêde kiriye. Bi hinceta ku nuqteyên leşkerî êrişî sivîlan dikin. Di van êrişê de 6 jin ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de kar dikirin, birîndar bûn."

Filê Hemo got, hêviya wan ji civîna Tehranê ew bû ku êriş li ser sivîlan werin sekinandin û wiha domand: "Lê mixabin her ku diçe bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me zêdetir dibin."

Filê Hemo di dawiya axaftina xwe de, xîtabî dewleta Tirk a dagirker kir "Dawiya Kurd û hemû gelên aştîxwez bi mirinê nayê.''

/kr/uploads/files/2022/07/27/140135_zelx-memo.webp

Her wiha dayê Zelûx Memo jî êrişên rojane yên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: "Ji dagirkeriyê re êdî bes e. Dagirkeriya Tirk rojane topan davêje nava mal û milkên sivîlan, em vê yekê şermezar dikin û dibêjin êdî bes e ji dagirkeriyê re, bes e ji hedefgirtina  jin û zarokan re."

Zelûx Memo, teqezî bi berxwedana bêdawî ya li dijî dagirkeriyê  kir û got: "Em li ser vê xakê ne û vegera me ji Şehba ber bi Efrîn ve ye."

/kr/uploads/files/2022/07/27/140055_fdan-els.webp

Welatiya bi navê Hêvîn Elûş jî, bang li civaka navneteweyî û komeleyên mafên mirovan kir ku sûcên dagirkeran bibînin "Heta kengî wê êrişî jin û zarokan bikin. Li Til Rifetê sivîl dijîn, kanîne ew kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin! xwe di bin kerasekî reş de veşartine û li hemberî van êriş û kiryaran bêdeng in."

ANHA