​​​​​​​Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn û soz da gelê herêmê ku ew ê tola şehîdan hilîne û heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna armancên şoreşa gel tê bikoşin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn
27 tîrmeh, 2022   13:02
NAVENAD NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiyên Qamişlo, Til Hasil û Til Eran bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyên qirkirina gelê me dest pê kirin.

Di van rojan de (27`ê Tîrmehê) em salvegera 9`emîn a komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîr tînin. Ew komkujî ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar El-Zawiyê û komên girêdayî Meclisa Nîştimanî "Azadî û Selaheddîn" ve pêk hat. Di encamê de bi dehan zarok, jin û şêx bûn qurbanî. Ev temsîla hişmendiya qirker û tunekirina gelê herêmê dike, ji ber ku ev komkujî bi naverok û şiklê xwe û heta armanca xwe girêdayî kiryarên terorîstan e ku beriya çend salan di 27`ê Tîrmehê de pêk hat û di 2016`an de çeteyên DAIŞ’ê bi kamyonekê bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de bi dehan kes şehîd bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro jî ev qirkirin li dijî gel, bi taybet piştî gelek destkeftî hatin qezenckirin, dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bajarê Serêkaniyê 2012`an ve û heta bi Qamişlo û Efrîn û careke din jî Serêkaniyê û Girê Spî û îro jî tevahî herêm bi hişmendiya qirker re rû bi rû ne. Ev jî isbat dike ku gelê wan li dijî vî fikrî şer dikin û ew ê bi berdewama vê rêyê dawî li hêzên terorîst bînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de 9`emîn salvegera komkujiya Til Hasil û Til Eran û 6`emîn salvegera komkujiya Qamişlo bi bîr anî û soz da gel ku ew ê tola şehîd û herêmên wan hilîne, her wiha ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna armancên şoreşa gel tê bikoşe.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên li Sûriyê û NY`yê kir ku helwestekê li hemberî van kiryaran û yên îro dewleta Tirk pêk tîne, nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên Til Hasil û Eran, Qamişlo û tevahiya şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin."

(eh)