Li Minbicê goreke komî hat dîtin

Li nêzî avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê ya li navarasta bajêr goreke komî hat dîtin.

Li Minbicê goreke komî hat dîtin
27 tîrmeh, 2022   10:20
MINBIC

Îro dema ku karkerên Şaredariya Gel a Minbic kanalîzasyonên li kêleka avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê dikolandin, goreke komî dîtin.

Piştî gor hat vekirin, termên 6 kesên nenas hatin derxistin. Aliyên peywendîdar û Komîteya Tenduristiyê hîn jî lêkolînan berdewam dikin.

Heta niha agahiyên der barê dîroka gora komî û detayên din de nehatine bidestxistin.

(eh)

ANHA