Şîraz Hemo bêdengiya Rûsya şermezar kir: Nêzî baregehên wan sûc tên kirin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîrarz Hemo bêdengiya dewletên garantor di serî de Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar ki û got, nêzî baregehên wan û li ber çavê wê sûc têne kirin. Şîraz Hemo anî ziman ku Tirkiyê nikare îradeya gelê Şehbayê yê berxwedêr bişkîne.

Şîraz Hemo bêdengiya Rûsya şermezar kir: Nêzî baregehên wan sûc tên kirin
Şîraz Hemo bêdengiya Rûsya şermezar kir: Nêzî baregehên wan sûc tên kirin
Şîraz Hemo bêdengiya Rûsya şermezar kir: Nêzî baregehên wan sûc tên kirin
Şîraz Hemo bêdengiya Rûsya şermezar kir: Nêzî baregehên wan sûc tên kirin
27 tîrmeh, 2022   09:55
ŞEHBA

Duh êvarî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û gundên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Li ser mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîrarz Hemo ji ANHA'yê re axivî û got, Tirkiyê rojane gefan li welatiyan dixwe û komkujiyan li dijî wan pêk tîne.

Şîraz Hemo bêdengiya hêzên Rûsya yên qaşo garantor a li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar kir û got: "Em bêdengiya Rûsya şermezar dikin ku li herêmê hêzeke garantor e. Li ber çavên wan û nêzî baregehên wan sûc têne kirin."

Şîraz Hemo her wiha anî ziman ku diyar e ku dewleta Tirk di hewldanên wergirtina êrkirina dagirkirina Til Rifetê de bi ser neket, ji ber vê yekê hewl dide bi êrişên xwe, wêrankirina malan û pêkanîna komkujiyan şêniyan bitirsîne.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo destnîşan kir ku îradeya gelê Şehbayê xurt û got: "Dagirker nikare îradeya gelê Şehbayê yê berxwedêr bişkîne."

Artêşa Tirk a dagirker di 4 salên dawî de gelek komkujî li Til Rifetê pêk anîn. Di 2019'an komkujiyek li dijî zarokan pêk anîn, piştre li gundê Aqîbe jî komkujiyek din pêk anî, di encamê de ji malbatekê 6 kes bûn qurban.

ANHA