Rûspiyên Tebqayê: Pêwîst e êlên Sûriyê û Iraq li hember dagirkeriya Tirk bibin yek

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi taybet komkujiya Zaxo şermezar kirin. Her wiha teqezî bi pêwîstiya yekbûna êlên Iraq û Sûriyê ji bo sekna li hember êriş û tawanên dagirkeriya Tirk jî kirin.

Rûspiyên Tebqayê: Pêwîst e êlên Sûriyê û Iraq li hember dagirkeriya Tirk bibin yek
27 tîrmeh, 2022   04:43
TEBQA – SELAM KÊWAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov û topan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê didomîne û di nava bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriyê de, komkujiyan li dijî gelên her du welatan pêk tîne.

Piştî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxo ya Başûrê Kurdistanê, daxwazên şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji şêx û rûspiyên eşîrên Iraqê zêde bûn ku li hember êrişan û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê û Iraqê hevgirtî bin.

/kr/uploads/files/2022/07/26/194815_-.webp

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El-Welde, Şêx Hamid El-Ferec ji ajansa me re axivî û di destpêka axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan komkujiyan pêk tîne, herî dawî jî komkujiya Zaxo ya li Başûrê Kurdistanê ku di encamê de zêdetirî 35 kes di nav de birîndar û kuştî hebûn."

El-Ferec wiha domand: "Armanca Dewleta Tirk a dagirker zelal û eşkere ye, ew e ku projeya xwe ya berfirehkirina qada dagirkeriya xwe û avakirina osmaniya nû pêk bîne."

Hamid El-Ferec her wiha bang li hemû şêx û pêkhateyên bakurê Sûriyê û Iraqê kir ku li dijî armancên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rabin ser piyan û bibin yek û daxwaza girtina balyozxaneya Tirk û boykotkirina berhemên Tirk kir.

El-Ferec tekez kir ku pêwîst e welatên garantor û civata navneteweyî destwerdanê bikin ji bo qada hewayî ya herêmê bigirin, firîna balafirên bêmirov ên biçek rawestînin da ku herêmê ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

DIVÊ ÊL BIBIN YEK Û DAGIRKERIYA TIRK JI SÛRIYÊ Û IRAQÊ DERXIN

/kr/uploads/files/2022/07/26/194755_-.webp

Ji aliyê xwe ve, şêx êla El-Wehb Cemal El-Nahtîr got: "Hemwextî lidarxistina civîna Tehranê, dewleta Tirk topbarankirina xwe ya li dijî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê domandin bi taybet li dijî Başûrê Kurdistanê."

El-Nahtîr her wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk gelek êrişên hovane û bêserûber li dijî herêmên me pêk tîne, da ku têkçûna xwe veşêre û bigihêje armancên xwe. D topbarana dewletaTirk a dagirker de ya li ser Zaxo, bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. di nav de jin û zarok hene. Lê kesek ji hêzên navneteweyî hesab jê nexwest."

Rûspiyê eşîra El-Weheb her wiha bang li hemû êlên Ereb û Iraqê kir ku ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriye û Iraqê bibin yek.

Cemal El-Nahtîr di dawiya axaftina xwe de, rêxistinên navneteweyî û NY ji binpêkirinên dewleta tirk a dagirker berpirsyar dît û bang kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku dest ji sûcên xwe yên li Sûriye û Iraqê berde.

 ANHA