​​​​​​​Hemîd El-Ebid: Gelê hebûna Rûsya ya bê bandor red dik

Hemîd El-Ebid diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna Rûsya ya bê bandor a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê red dike.

​​​​​​​Hemîd El-Ebid: Gelê hebûna Rûsya ya bê bandor red dik
27 tîrmeh, 2022   02:34
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê berdewam dikin. Gelên herêmê bêdengiya hêzên Rûsya (Garantor) û hikumeta Şamê ya li hemberî vê bêdengiyê şermezar dikin.

Li gorî lihevkirinên di navbera Tirkiyê û Amerîka û Tirkiyê û Rûsyayê de yên Cotmeha 2019'an de QSD'ê 32 kîlometreyan ji kurahiya xaka Sûriyê vekişiya da ku rê li ber hincetên Tirkiyê bigire û hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li eniyên şer ên bi artêşa Tirk û çeteyên wê re hatin belavkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di nava mehekê de 4 caran bi balafirên şer ên bi çek Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir. Di encamê de gelek fermandarên QSD'ê şehîd bûn.

Heman demê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên navçeyên Til Temir, Zirgan, Şera, Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran dikin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 9 jî birîndar bûn. Her wiha leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ji ANHA'yê re axivî û got, gel ji hebûna Rûsya (Garantor) û helwesta wê ya bê bandor a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker bi hêrs e.

Roja Yekşema borî bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê li ber baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Rûsyayê hatin şermezarkirin.

Hemîd El-Ebid diyar kir ku ji salan ve artêşa dewleta Tirk  dagirker êrişî navçeya Eyn Îsayê dike û wiha domand: "Gel gihaştiye wê qenaetê ku hebûna hêzên Rûsyayê li hemberî bê sûd e. Em di Rêveberiya Xweser de li pêşberî zexta gel in. Divê zext li rêveberiya Rûsyayê were kirin da ku rola xwe di rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker de rawestînin."

Ji Cotmeha 2019'an ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê Girê Spî û Eyn Îsayê de, 23 welatî şehîd bûne, 72 birîndar bûne, di nav de 41 zarok in. Her wiha 113 mal hatine wêrankirin û xelkê 12 gundan koçber bûn.

El-Ebid bi bîr xist ku şandeyek ji eşîran bi fermandariya Rûsyayê re li baregeha Rûsya ya li Eyn Îsayê civiya. Aliyê rûs soz dan ku dê sûcên Tirkiyê rawestîne. El-Ebid da zanîn ku eşîran soz dan fermandariya Rûsyayê ku dê çalakiyên xwe yên li dijî bêdengiya garantor a rûs zêde bike heger sozên xwe yên rawestandina sûcên Tirkiyê bi cih neyîne.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid di dawiyê de diyar kir ku însiyatîf di destê gel de ye û nameya wî diyar e ku dê ji xaka xwe dernekeve û dê li hemberî her dagirkeran û hevkarên wê û bêdengiyê bisekine.

ANHA