Saziya Olî ya Minbicê: Divê dewletên Ereb û Yekitiya Oldarên Musliman helwesteke cidî nîşan bidin

Saziya Olî ya Minbicê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê şermezar kirin û got: “Divê Komkara Erebî û Yekitiya Oldarên Musliman, helwesteke cidî li hember mudaxeleyên Tirkiyê ku di bin navê îslamê de pêk tîne nîşan bidin. Em dizanin ku tu eleqeya îslamê bi kiryarên wê tune ye.”

Saziya Olî ya Minbicê: Divê dewletên Ereb û Yekitiya Oldarên Musliman helwesteke cidî nîşan bidin
26 tîrmeh, 2022   18:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Saziya Olî ya Minbicê çalakiya konvedanê destpê kiribû. Gelek şandeyên saziyên sivîl, leşkerî, rûspî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li çalakiyê bûn ku li pêşiya avahiya berê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li dar ketî.

Di roja duyemîn û dawîn a çalakiyê de saziyê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van êrişan, hewl dide ewlehiya li herêmê û jiyana aştiyane têk bibe.

Saziyê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermezar kir û bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya NY, desteyên NY`yê kir ku van êrişan rawestînin, qada hewayî ya herêmê bigirin.

Saziyê destnîşan kir ku heke dewleta Tirk destwerdanê bike, dê bibe sedema koçberkirina gel, afirandina tevliheviyê li herêmê, dê nakokî û şer dîsa rû bidin û derfetê bide vejandina hêzên tarî û terorîst.

Di dawiyê de saziyê bang li Komkara Erebî û Yekitiya Oldarên Musliman kir ku li hember van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin û wiha domand: “Em dizanin ku îslam ji kiryarên vê dewletê dûr e. Ev rêxistinên ku destekê didin dewleta Tirk ku mêtingehan ava bikin, dê dev ji vê yekê bernedin. Divê gelê me li hember van êrişan bibin yek û aliyên têkildar berpirsyariyên xwe bînin cih, êrişan rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

ANHA