Dagirkeriya Tirk xezîneya DAIŞ`ê bir Tirkiyê

Dewriyeyeke dewleta Tirk a dagirker li gundê Kirmazat ê Girê Spî ji malekê 7 galonên zêr derxist. Çeteyên DAIŞ`ê ew mal wek xezîne bi kar dianî dema herêm dagir kiribû.

Dagirkeriya Tirk xezîneya DAIŞ`ê bir Tirkiyê
26 tîrmeh, 2022   14:16
 EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewriyeyeke dewleta Tirk a dagirker û kesên nenas, bi ser gundê Kirmazat ê başûrê bajarê Girê Spî yê dagirkirî de girt. Li maleke kavil, erd kolan û piştî gelek saetan 7 galon derxist.

Li gorî çavkaniyan, galon bi rêya panzerên dewleta Tirk a dagirker derbasî Tirkiyê bûn.

Her wiha diyar kir ku dema DAIŞ herêm dagirkirbû, mal di bin dorpêçeke giran de bû ji aliyê wan ve û wê demê şênî nizanîn ku xezîneyeke zêr li binê mal hatiye veşartiye.

Tê destnîşankirin ku gelek serçeteyên DAIŞ`ê revîn Tirkiyê piştî ku QSD`ê herêm rizgar kir û bi dehan ji wan dîsa vegeriyan, dema dewleta Tirk a dagirker Girê Spî dagir kir di 9`ê Cotmeha 2019`an de.

ANHA