Jinên Qamişlo êrişa li ser her sê fermandarên jin li ber avahiya NY’yê şermezar kir

Bi sedan jinên ji kantona Qamişlo li pêşiya navenda NY’yê ya li Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hedefgirtina her sê fermandarên YPJ’ê şermezar kirin.

Jinên Qamişlo êrişa li ser her sê fermandarên jin li ber avahiya NY’yê şermezar kir
26 tîrmeh, 2022   13:40
QAMIŞLO

Tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş navenda NY’yê ya li Qamişlo bi beşdariya bi sedan jinan çalakiyeke protestoyî li dar xist. Ew çalakî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina her sê fermandarên YPJ’ê ji hêla dewleta Tirk ve li dar ket.

Dewleta Tirk a dagirker di 22’yê Tîrmehê de 3 fermandarên YPJ’ê li ser rêya Qamişlo hedef girtin;

Beşdaran wêneyên her sê fermandaran, alên YPJ’ê û diruşmên silavkirina şehîdan hildan. Dûre peyama tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî NY’yê ya li Qamişlo hate kirin. Peyam bi zimanên ji hêla Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo û endama rêveber a Komîteya Jinan a Qamişlo Fadya Îbrahîm ve hate xwendin.

Peyam wiha ye:

"Ji Desteya Bilind a NY’yê li Sûriyê,

Hêzên Erkê Hevbeş-Operasyona Ezim El-Silb

Koalîsyona Navneteweyî

Fermandariya Navendî ya Hêzên Rûsya li Sûriyê, re

Di êvara 22’yê Tîrmeha 2022’yan de dewleta Tirk bi balafireke bêmirov a biçek êrişî erebeyekê li ser rêya ber bi Qamişloyê ve kir, di encamê de 3 têkoşer şehîd bûn; yek ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan di heman demê de Fermandara Giştî ya YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan ku tev lî Foruma 10 saliya şoreşê ya ku li Qamişlo dihate lidarxistin bûn, dema ku derketin di encama êrişa SÎHA`yên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Ruxmî ku dewleta Tirk di dema niha de nikare gefên xwe yên destpêkirina êrişeke leşkerî ya nû ya dagirkirina xaka me pêk bîne, lê di vê dawiyê de êrişên dijminane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Rojane balafirên keşfê û şer li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin serweriya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê de ne digerin û weke amûrên şer bi kar tîne. Ev êrişên ku dewleta Tirk li dijî herêmên me pêk tîne, li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî sûcên şer in.

Her wiha dewleta Tirk bi êrişên xwe yên bênavber welatiyan, binesaziyan mîna navnedên avê, kehrebe, avahiyên çandê û olî dike armanc. Li kêlek wê jî gund û herêmên tê de şênî hene dike armanc, welatiyan qetil dikie û birîndar dike, piranî wan jî zarok û temenmezin in. Malên welatiyan wêran dike û wan bê cih dihêle.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê asteng dike. Ji ber ew li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî li gorî qanûna navneteweyî ya şeran nayê naskirin, pêk tîne. Armanca wê dagirkirina tevahî herêmên me û têkbirina projeya demokratîk a bi serkêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên bêserûber ên li dijî herêmên me jinan dike armanc, bi taybet jî jinên hîn jî li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst şer dikin. Ew yek jî bi armanca lawazkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û rêgirtina li pêş çareyeke demokratîk ku rêveberiya wê jin dike.

Di encama wê hedefgirtinê de, Jıyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di 22’yê Tîrmehê de şehîd bûn. Ew jî piştî tev li Foruma Şoreşa Jinan ku di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de li Qamişlo li dar ketibû, pêk hat. Her wiha şehîd Jiyan Tolhildan di axaftina xwe ya forumê de ku li ser navê YPJ’ê axivibû, balkişandibû ser girîngiya pêşxistina hêzên parastina jinan.

Di rastiyê de siûqastkirina Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan bersiva rejîma Tirkiyê li hember salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, rêvebertiya jin bi taybet YPJ’ê ji vê şoreşê re bû.

Em bi tundî êrişên dijminane ku dewleta Tirk li dijî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar dikin, di demekê de em bêdengiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, Jiyan Tolhildan ku Fermandara Giştî ya YAT’ê bû, cihê xwe di fermandariya operasyonên hevbeş de digirt, ji ber wê em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gavên cidî li dijî sûcên şer ku dewleta Tirk bi rêya qada hewayî ya di bin kontrola wê de bi kar tîne pêk bînin, her wiha bang dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş derbeyên asîmanî yên Tirkiyê bigirin.”

Partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser vê peyamê îmze kirine wiha ne; Meclisa Jinan a PYD’ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Kesk a Kurdistanî, Yekitiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê (Yekitî) û Partiya Guhartina Demokratî Kurdistanî, Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê,  Partiya Rêkeftina Demoqrat a Kurdî ya Sûriyê, Tevgera Çaksazî, Partiya Muhafezekaran a Demokratîk, Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Demuqratî ya Kurdî li Sûriyê (PARTÎ),  Tevgera Nûjen a Kurdistanî û Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê."

Her wiha piştî peyam hate xwendin, radestî navenda NY’yê ya li Qamişlo hate kirin.

(fr)

ANHA