Jinên li Eyn Îsayê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir

Jinên li navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha bang li dewletên di kar û barên Sûriyê de aktîf in kir ku destekê nedin dewleta Tirk.

Jinên li Eyn Îsayê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir
26 tîrmeh, 2022   12:08
EYN ÎSA

Berdevka Mala Jinan a Eyn Îsayê Zehre Osman daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinên ji Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedegirtina kesayetên welatparêz, têkoşer û şêniyan hatin şermezarkirin.

Jinan di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û dewletên di kar û barên Sûriyê de aktîf kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re berdin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî jî hate kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin da ku pêşî li sûc û kiryarên dewleta Tirk bê girtin.

(fr)

ANHA