Li Dêrikê 91 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê 91 şehîdên YPJ, YPG, QSD û gerîla ku di salên cuda de di mehên Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Dêrikê 91 şehîd hatin bibîranîn
26 tîrmeh, 2022   11:40
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şêniyên bajarê Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat, merasîmeke bîranînê ji bo 91 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gerîla  li dar xist.

Hola merasîmê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hat xemilandin û 91 mûm hatin pêxistin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed, nasnameyên şehîdan xwendin.

Merasîma bîranînê bi stranan bi dawî bû.

 ANHA