Efrîniyan sersaxî da malbata şehîd Barîn Botan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê herikîn bin konê sersaxiyê yê endama YAT`ê şehîd Barîn Botan ku di encama êrişa dagirkeriyê de şehîd bûbû. Kon li navenda navçeya Ehresê hatiye vedan.

Efrîniyan sersaxî da malbata şehîd Barîn Botan
26 tîrmeh, 2022   10:46
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, merasîma sersaxiyê li navenda navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê danî.

Endamê Meclisê Malbatên Şehîdan a Şehbayê Mihemed Welo di merasîmê de axivî û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Welo her wiha êriş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û îşaret bi berxwedan û têkoşîna li hember dagirkeriyê kir.

Bi navê meclisa Ehresê jî Emîne Dingilî wiha axivî: "Dîroka dewleta Tirk a dagirker û qirker bi kuştin, komkujî û êrişan hatiye nivîsandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Emîne Dîngilî soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre endama Kongra Star a Ehresê Necah El-Hisên jî li ser kiryarên dagirkeriyê wiha got: "Dewleta Tirk rojane kiryar û topebaranan li ser gelê me pêk tîne.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de li ser navê malbata şehîd Barîn Botan, bavê şehîd Merwan Beşar axivî û got: "Heval Barîn di şerê Berxwedana Serdemê de tev li nava tevgerê bû, navê xwe li ser navê şehîd Barîn Kobanê lê kir û paşnavê xwe Botan bi ser navê hevalê şehîd Cûma Botan e. Bi şehadeta Barînê em serbilind in û di berdêla azadî û serkeftinê de em ê canê xwe jî feda bikin.”

22`yê Tîrmehê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li ser rêya Qamişlo seyareyek hedef git. Di êrişê de Fermandara Hêzên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn.

(rs)

ANHA