Encam û biryarên Konferansa Lozanê hatin ragihandin

Di 24’ê Tîrmehê de li avahiya ku Peymana Lozanê hatibû îmzekirin bi tevlêbûna nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdan û rewşenbîran konferansek hatibû lidarxistin. Encannameya konferansê hate ragihandin.

Encam û biryarên Konferansa Lozanê hatin ragihandin
26 tîrmeh, 2022   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Tîrmehê de li avahiya ku Peymana Lozanê hatibû îmzekirin bi tevlêbûna nûnerên partî, sazî û rêxistinên Kurdan û rewşenbîran Konferansa di Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê hatibû lidarxistin.  Encannameya konferansê hate ragihandin.

Di encamnemaye konferansê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li ser banga Komîteya Kar û Xebatên Sedsaliya Peymana Lozanê; em nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî, di 24’ê Tîrmeha 2022’an de roja yekşemê, di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê li salona ku peyman tê de hatibû îmzekirin kom bûn. Me bi navê ‘Di  Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelen Kurdistanê’ konferansek li dar xist.

99 sal beriya niha li bajarê Lozanê, konferansek navdewletî kom bû û di encamê de peymanek hate îmzekirin. Di encama wê peyamanê de Kurdistan hate parçekirin û li ser çar welatan hate dabeşkirin. Nûnerên gelê Kurd di wê konferansê de amade nebûn, pirsa rewşa Kurdan nehate kirin. Lê li ser qedera Kurd û Kurdistaniyan biryar hatin standin û Kurd tune hatin hesabkirin. Peymana Lozanê, erêkirina navdewletî ya qirkirin û jenosîda li ser Kurdan e. Di heman demê de gelên Ermen û Asûrî, Suryan û Kildan jî, bi eynî aqîbetê re rûbirû hatin hiştin. Peymana Lozanê ne tinê biryara qirkirina Kurdan e, di heman demê de erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û Jenosîda 1915’an e jî.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, li Kurdistanê demeke reş û tarî dest pê kir. Gelê Kurd bi qetlîaman re rû bi rû ma û xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Li bakurê Kurdistanê ji sala 1925’an heta 1938’an li seranserî bakurê Kurdistanê sed hezaran Kurd hatin qetilkirin û gelek deverên Kurdistanê hatin valakirin. Polîtîkayên qetlîam, êşkence, birçîhiştin û asîmîlasyonê li parçeyên din jî berdewam kirin. Peymana Lozanê li Başûr, qetilkirina sed hezaran e, Enfal û Helebçe ye, li rojhilat serkutkirina Şino, Mihabad û Sine ye û qetilkirin û darvekirina pêşewa û şoreşgeran e, Cihada Xumeynî ye, komkujiya Qernê û Qelatan e,  li Rojava şewata Amûdê û kembera Erebî ye, li Bakur qetlîama Dêrsim û Gelyê Zîlan e, êşkenceyên zindana Amedê ye. Peymana Lozanê, di navbera Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava de, têlên bi stîrî ne, milyonan mayînên çandî ne, li wan sînoran çavên kor û dest û lingên jêkirî ne. Bi kurtî Peymana Lozanê xencera di dilê Kurdistanê de ye. Peymana Lozanê îro jî êrîşa li ser Kobanê û Şingalê ye, jenosîda bawermendên Êzidî ye, dagirkirina Kerkuk, Efrîn û Serêkaniyê ye, qetilkirina kolberan e; li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye.

Li gel evqas zor û zehmetiyan jî, gelê Kurd li hember encamên Peymana Lozanê li ber xwe da û gihişt roja îro. Eger em şert û mercên 1923’an û yên îro bidin ber hev; di 1923’an de hêza gelê Kurd lawaz û ji hev belav bû, lê îro hêza gelê Kurd di hevsenga herêmê de bi bandor e. Îro li Başûr statuyek federal heye, li Rojava statuyek defacto ya deh salî heye, li Bakur û li Rojhilat tevgera rêxistinkirî ya azadiyê û berxwedanek mezin heye. Wê dema ku peymana Lozanê hatî îmzekirin, di asta navneteweyî de Kurd nedihatin naskirin, nav û dengên Kurdan nedihate bihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de Kurd xwedî rol in, xwedî gotin û xwedî dost in. Di dema muzakereyên Lozanê de, di nav heyeta Tirkan de bi tenê Kurdek hebû û ew jî Kurdekî xayîn bû. Lê niha di heman salonê de, nûnerên Kurd û Kurdistaniyan dikarin kom bibin û dengê xwe bigihînin cîhanê.

Li gel vê rewşê jî, em hê negiştine azadiyê, hê piraniya welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê kun kiriye lê me ji holê ranekiriye. Piştî 99 salan jî, dîsa dijminên me planên qirkirinê li ser me çêdikin û dimeşînin. Dixwazin Peymana Lozanê weke ku heyî li ser me sed sal din jî pêk bînin û deskeftiyên me ji destên me derxînin.

Li hember Peymana Lozanê, bersiva herî mezin pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Jixwe ev peyman welatê me û gelê me parçe dike û me ji hev dûr dixe. Eger em naxwazin Peymana Lozanê sed sal din jî li ser me bê ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yekdengî divê em li dijî vê parçebûnê derkevin.

Di Salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê û li salona ku peyman lê hatî îmzekirin, em nûnerên gelên Kurdistanê me konferansek pêk anî û em van biryar û xalên jêrîn ji raya giştî re radigihînin:

1-Peymana Lozanê, bê ku ji gelê Kurdistanê bê pirsîn hatîye çêkirin û welat û gelê me parçe dike. Em wek nûnerên gelên Kurdistanê vê peymanê red dikin.

2-Konferans, bang li Neteweyên Yekgirtî, dewletên ku ev peyman îmzekirî û hemî hêzên peywendîdar diki û dibêje, werin em bi hevre konferansekî nû kombikin û gorî rastîya herêmê û heqanîyetê, em peymanek nû çêkin.

3-Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e.

4-Konferans, Tekoşîna Azadîyê ya li çar parçeyên Kurdistanê tê dayîn, li hember hemî cureyên dagirkerîyê û parçekirina Kurdistanê, karê sereke dibîne û silav dike.

5-Konferans, gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemî gelên li Kurdistanê dijîn, mexdûrê Peyman Lozanê û hemqederên gelê Kurd dibîne û tekoşîna azadîya wan gelan silav dike.

6-Konferans, xwedî deskevtên başûra Kurdistanê derdikeve û kar û xebatên jibo zivirandina deverên dabirayî (Deverên Madeya 140), destek dike û xwedî lê derdikeve.

7-Konferans, kar û xebatên lêgerîna statûyek fermî ya jibo Rojavaya Kurdistanê û azadkirina deverên dagirkirî, kampanya “Jibo Rojava no fly zone” destek dike û piştgirîyê lê dike.

8-Konferans, li hember hemî êrîşên dagirkeran radiweste, teybetî êrîşên dewleta Tirk yên li deverên Metîna, Zap û Avaşin ku çekên kîmyewî jî kartîne, mehkum dike. Li hember van êrîşan berxwedana Şervanên Azadîyê silav dike.

9-Konferans, bang rêxistina dijê karanîna çekên kîmyewî – OPCW û hemî hêzên Cihanî dike ku li hember karanîna çekên kîmyewî ji teref dewleta Tirk ve, bê deng nemînin.

10-Konferans, bang li hemî partî, sazî, rêxistin û hemî nûnerên gelên Kurdistanê dike ku yekîtîya xwe xurttir bikin û bi yekdengî dijê êrîşên dagirkeran û planên dijminan derkevin. Herweha di qada navneteweyî de jî, em dengê xwe bikin yek û doza Kurdistanê ji Cihanê re bi yek dengî ragihînin.

Di encamê de Konferans, piştgiriya Komîta Kar û Xebatên Sedsaliya Peymana Lozanê dike, di sedsaliya Peymana Lozanê de biryar dide ku rêzeçalakiyên mezintir pêk bîne.”