​​​​​​​Xebatkarên tenduristiyê yên Şehbayê tevî ambargoyê jî amadekariyan didomînin

Ji bo bersivdana rewşa awarte ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kadroyên tibî yên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe ketin nava seferberiyê û li hember êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk tedbîran digirin.

​​​​​​​Xebatkarên tenduristiyê yên Şehbayê tevî ambargoyê jî amadekariyan didomînin
26 tîrmeh, 2022   07:01
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê bi derfetên xwe yên kêm bersiv da rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 6’ê Tîrmehê de ragihandiye. Desteya Tenduristiyê nexweşxane û navendan ji bo pêşkêşkirina destwerdanên lezgîn, li kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên başûrê Efrîna dagirkirî, amade kirin.

Hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijwar ên li ser herêmê û li gel îhtîmala pêkanîna êrişeke berfireh li ser Til Rifet û Minbicê, kadroyên tenduristiyê yên li kantona Şehbayê di nava seferberiyê de ne.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Gulanê ve topbarana li ser kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa û deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ji zêdetirî 4 salan ve li ser herêmê ferz kiriye, derman û pêdiviyên tenduristiyê li navendên tenduristiyê yên Şehbayê pir kêm in.

Di çend salên borî de ji ber kiryarên hikumeta Şamê yên rêgirtina li ber ambulansan ku nexweşan dibin Helebê, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Girêdayî vê yekê, rêveberên Nexweşxaneya Avrîn û Heyva Sor a Kurd ji ajansa me re diyar kir ku xwe li gorî rewşa awarte amade dikin.

NEXWEŞXANEYA AVRÎN

Bijîşk û endamê rêveber ê Nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo got eger êriş werin ser herêmê, ew amade ne xwedî li erka xwe ya mirovî derkevin. Reşo got: “Dema em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, ev nexweşxane tenê ji çend ode, çadiran pêk dihat û hejmara kadroyan 10 kes derbas nedikir. Lê me bi derfetên xwe yên kêm dest bi kar kir û rojane nêzî 400 nexweş bê pere pêşwaz dikirin."

Her wiha Reşo behsa gefên dewleta Tirk a dagirker kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirina herêmê dixwe, ji ber wê jî şêniyên herêmê û saziyên Rêveberiya Xweser ji êrişê re amade kirin. Em Nexweşxaneya Avrîn di nava rewşa awarte de ne da ku birîndaran pêşwaz bikin."

Reşo ev tişt got: “Ji destpêka koçberiyê ve, nexweşxane pêşwaziya birîndarên ji ber topbarana dagirkeriya Tirk û yên di encama teqîna mayinên li herêmê yên bermahiyên DAIŞ’ê dike.”

Azad Reşo diyar kir ku dema rewşên giran tên, ew neçar dibin veguhêzin nexweşxaneyên Helebê û wiha anî ziman: "Ji ber derfetên kêm û nebûna amûrên tibî em neçar dibin rewşên giran veguhêzin nexweşxaneyên Helebê. Lê bi sedema astengiya bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê pirî caran nexweş jiyana xwe ji dest didin."

Reşo bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariya wam bikin û got: “Em hêvîdar in alîkarî ji nexweşxaneya Avrîn re were dayîn û rêyeke hêsan ji bo veguhestina nexweşan ji bajarê Helebê re were dîtin, nexasim di vê qonaxê de ku herêm rastî gefan tê.”

Azad Reşo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em li gel şêniyên xwe yên Efrîn û Şehbayê di nava berxwedanê de ne û soz didin gelê xwe ku em ê erka xwe ya mirovî pêk bînin."

HEYVA SOR A KURD

Endama rêveber a Heyva Sor a Kurd Elye Mihemed jî wiha axivî: “Karê me di Heyva Sor a Kurd de di nava rewşa awarte de ye. Di şerê Efrînê de me xebateke bênavber dikir û piştî koçberiya şêniyan ber bi Şehbayê ve jî me xebata xwe berdewam kir."

Elye Mihemed wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hat ragihandin, lê li gorî me û ji dema em koçber bûne û heta niha, em di rewşeke awarte de kar dikin, rewşa li vir, ji ber topbaranên rojane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bê îstîqrar e. Di encama topbaranan de welatî birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin û gelek komkujî çêbûn."

Elye Mihemed da zanîn ku pêdiviya herêmê bi aalavên tenduristiyê heye. Elye Mihemed wiha domand: “Em Heyva Sor a Kurd azarên kêmbûna kadroyên tenduristiyê dikişînin. Ji ber wê me dest bi vekirina dewreyên ambulansê kir da ku şêniyên di rewşên awarte de zana bikin. Her wiha her tiştê bikeve ser milê me, em ê ji welatiyên xwe re bikin."

Elye Mihemed di dawiyê de bang li rêxistinên cîhanê yên têkildarî aliyên tenduristî kir, bi taybet Heyva Sor a Cîhanê û Xaça Sor a Navneteweyî kir ku rewşa li herêmê di ber çavan re derbas bikin û bi erkên xwe yên mirovî rabin.

(mh)

ANHA