​​​​​​​Di salvegera Komkujiya Qamişlo de: Metirsiyên komkujiyên bi destê dewleta Tirk hene

Bi rasthatina salvegera 6`emîn a Komkujiya Qamişloyê de ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî, hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê metirsî hene ku komkujiyên xwîndartir rû bidin. Hikmet Hebîb got ji berê de armanca wan êrişan qirkirina gelên herêmê ye.

​​​​​​​Di salvegera Komkujiya Qamişlo de: Metirsiyên komkujiyên bi destê dewleta Tirk hene
26 tîrmeh, 2022   06:33
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Beriya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de ragihîne, çeteyên DAIŞ`ê li Qamişloyê komkujî pêk anî.

Komkujiya Qamişloyê, ji hovanetirîn sûcên çeteyên DAIŞ`ê ye ku di 27`ê Tîrmeha 2016`an de pêk hat.

Ev komkujiya hovane ku bi rêya erebeyeke bombebarkirî pêk hat û di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 şêniyên bajêr birîndar bûn.

JI BO GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEMEKE DIJWAR BÛ

Der barê mijarê de, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb got teqîn ji bo şêniyên herêmê şokeke mezin bû.

Têkildarî hesasiyeta wê pêvajoyê, Hebîb ev tişt anîn ziman: “Rêxistinên terorîst di wê demê de hewl dan bi rêya teqînan ewlehiya herêmê xira bikin. Piştî ku zaîf bûn û serweriya rûberên berfireh ji dest dan ku QSD`ê ew herêm rizgar kirin, bi destekeke berbiçav a hikumeta AKP`ê berê xwe dan pêkanîna teqînan.”

Li gorî Hebîb, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê demê di qonaxeke dijwar re derbas bûn û wiha berdewam kir: “Ew rêxistinên terorîst li herêmên cuda belav bûn. Bi komkujiyan xwestin şêniyan bitirsînin û wan ji projeya xwe ya demokratîk dûr bixin.”

‘BI VÎNA GEL SÛCDARÊN KOMKUJIYAN HATIN TUNEKIRIN’

Ruxmî hemû sûc û komkujiyên hovane yên DAIŞ`ê li dijî gelên herêmê pêk anîne, lê şêniyên herêmê bi QSD`ê re hevgirtî bûn û DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve tune kir. Piştî rizgarkirina Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve hate ragihandin.

Hikmet Hebîb têkildarî wê got: “Şêniyên herêmê, ew pêvajoya dijwar bi vîna xwe derbas kir. Bi hev re herêm ji wê terorê rizgar kir û dest bi ji nû ve avakirina binesaziya herêmê û firehkirina rêveberiyên xwe yên xweser bi vîn û hêza xwe kir.”

Hebîb wiha pê de çû: “Dema em rewşa herêmê ji wê demê ve binirxînin, wê diyar bibe ku pêvajoya avakirin û rizgarkirinê li pêş bû. Ruxmî desteka mezin a hikumeta AKP`ê dida vê rêxistina terorîst, hemû herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.”

Piştî Komkujiya Qamişloyê QSD`ê daxuyaniyeke fermî da û ragihand ku di operasyona taybet a Yekîneyên Antî-Teror (YAT) de berpirsê komkujiyê li Dêrazorê hatiye kuştin.

 

METIRSIYÊN KOMKUJIYÊN NÛ BI DESTÊ DAGIRKERIYA TIRK

Hikmet Hebîb wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişeke nû ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên, nexasim piştî binketina AKP’ê di hundirê Sûriyê di aliyê bûyerên kuştin û teqandinê de.”

Hikmet da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êriş û gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê vejîne û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kampa Roj û girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê lê ne hene, niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe derfetê bide wan ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.”

‘EM LI SER SOZA XWE YA MAYÎNDEKIRINA ARAMIYÊ NE’

Hikmet destnîşan kir ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan xurttir e û got: "Em jî bawer in ku ew projeya xwe ya demokratîk bi hevgirtina xwe bidomînin û ewlehiyê pêk bînin û rê li ber teqînên wiha bigirin.”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb bang li malbatên şehîdên komkujiya Qamişloyê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Em soza xwe nû dikin ku em civakeke demokratîk û azad ava bikin ku tê de hemû pêkhate bi aramî û wekhev bijîn. Em berxwedana QSD’ê ya ji bo parastina projeya me ya demokratîk û bingeha avakirina artêşeke nîştimanî ji tevahiya Sûriyê re û çareserkirina aloziya vî welatî, silav dikin.”

(şx-mh)

ANHA