​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`

Îro pêkhateyên kantona Hesekê tecrîda li ser rêber Ocalan bi xwepêşandaneke girseyî şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê li gor şerê gel ê şoreşgerî heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
​​​​​​​`Heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna me berdewam e`
25 tîrmeh, 2022   19:47
HESEKÊ

Pêkhateyên kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalaliyeke protestoyî ya girseyî li dar xist.

Di xwepêşandanê de şêniyên navçeyên Zirgan, Til Temir, Dirbêsiyê û bajarê Hesekê, her wiha endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên welatparêz, beşdar bûn.

Di destpêka xwepêşandanê de endama rêveber a Kongra Star a Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî û nîşan da ku berxwedana Îmraliyê êdî bûye çavkaniya hêz û îradeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û sedema hebûna civakên azadîxwaz.

Ebîr Hesen diyar kir ku bi damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê re ku xwe dispêre fikrê rêber Abdullah Ocalan, pergalên kapîtalîst ew wek metirsî ji xwe re dît û got: “Hêzên kapîtalîst ji bo girtina rêber Ocalan komplo dan çêkirin ji ber ku wan nas kir ku çareseriya dozên Rojhilata Navîn di fikrê rêber Ocalan de ye.”

Ebîr Hesen wiha anî ziman: “Fikrê rêber Ocalan bi berfirehî li Rojhilata Navîn belav bû û bû sedema destpêkirina şoreşa azadiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev bersiveke hişk bû ji komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan.”

Ebîr Hesen wiha domand: “Ji ber wê jî tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dikin da ku îradeya gelên azadîxwaz û projeya neteweya demokratîk têk bibin.”

Ebîr Hesen diyar kir ku xwepêşandana pêkhateyên Hesekê îro peyameke xurt e ji dewleta Tirk re, wateya wê ev e ku di dema  girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gel li vir e.

Ebîr Hesen soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da.

Piştre, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso wiha anî ziman: “Dewletên ku komplo li dijî rêber Ocalan dane meşandin heman dewletên ku bi navê azadî û demokratiyê bang dikin.”

Ebdulxenî Oso diyar kir ku hedefgirtina rêber Ocalan ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hedefgirtina tevahiya gelan û kesayetên demokratîk in û got: “Ji wê demê ve dewletên kapîtalîst bi serbestî bi rêya NATO’yê gelên cîhanê kontrol dikin.”

Oso diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi destûra dewletên din in ku li gor berjewendiyên xwe tev digerin.

Oso girîngiya hevgirtina hemû gelên herêmê li dijî hêzên kapîtalîst teqez kir û got: “Dewleta Tirk a faşîst li ser hesabê gelên din radibe, ji ber wê jî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê hedef digire, herî dawî Komkujiya Zaxo bû.”

Ebdulxenî Oso îşaret bi girîngiya pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî wek rêbazeke çalak a xweparastinê kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em bang li aliyên ku bi navê demokratiyê bang dikin ku xwedî li mirovahiya xwe derkevin û dawiya tecrîda li ser rêber Ocalan bînin. Her wiha em bang li gelên herêmê dikin ku li hember sûcên dagirkeriya Tirk bibin yek.”

 (mh)

ANHA