​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi merasîmekê Navenda ''Dar Tûma Nehroyo'' ya Çand û Hunera Suryan li navçeya Tirbespiyê vekir.

​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
​​​​​​​Li Tirbespiyê Navenda Çand û Hunera Suryan hat vekirin
25 tîrmeh, 2022   19:17
QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Navenda Çand Û Hunera Suryan bi navê "Dar Tûma Nehroyê" bi merasîmekê li Stada Dêra Seyda Meryem El-Ezra ya li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo vekir. Ji tevahî pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre koma 4'an a Dêra Meryem El-Ezra ya çand û hunera suryanî, hunerên xwe nîşan da.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Keder Hisên axivî, bi rêxistina beşdaran kir û diyar kir herêma Mezopotamiya bi çand û hunera xwe ya resen dewlemend e ku heta roja îro zindî ye. Her wiha anî ziman ku cûdabûn û pirengiya çandan bandoreke mezin li civakên herêmê yên ku bi hev re dijîn, kir.

Keder Hisên îşaret pê kir hêzên mêtînger û pergalên dijberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çand û zimanên pêkhateyên herêmê dikin hedef da ku tune bikin û wiha domand: "Lê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ê ku banga biratiyan gelan dike û bi avabûna Rêveberiya Xweser re em şerê wan siyasetan dikin da ku hebûna xwe îsbat bikin, çand û huner û zimanê xwe ji qirkirinê biparêzin."

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dar Tûma Nehroyo, Sayîr Îshaq jî got, çanda Suryan mîna hemû çandên din ên herêma Mezopotamyayê ne ku rastî hewldanên qirkirinê hat, lê bi saya hevgirtina gelan bi çanda xwe çand hate parastin û pêşxistin.

Îshaq diyar kir ku ji parastina çanda xwe û naskirina wê bi gelên din re wan bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ev navend vekirine.

Piştre stran û govendên suryanî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de beşdaran berî dan navenda Dar Nehroyo. Deriyê navendê ji aliyê Sayîr Îshaq û Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Îlyas Seydo ve hat vekirin.

ANHA