Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser gundê Til Zîwan daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa li ser gundê Til Zîwan ê Qamişlo daxuyanî da û got: Dewleta Tirk a dagirker bi mîna van êrişan armanc dike welatiyan koçber bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser gundê Til Zîwan daxuyanî da
25 tîrmeh, 2022   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Dagirkeriya Tirk asta topbaranê zêde dike û ewlehiya gel li gundewarên Qamişlo dike hedef.

Îro, 25’ê Tîrmehê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker gundê Til Zîwan yê bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê kir hedef.

Li wir çar top li erdên derdora gund ketin, ew jî bû sedema agir li nêzî malên gundiyan pêkeve.

Dagirkeriya Tirk hewl dide ku welatiyan koçber bike û ewlehiya wan têk bibe bi êrişên ku pê radibe û di encama van êrişan de ji hemû pêkhateyên gelê me yên li herêmên nêzî xeta sînor dijîn, dibin qurban

Tiştê ku Hêjayî gotinê ye ew e ku duh yekşemê artêşa Tirk a dagirker çend gundên Til Temirê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn û ziyaneke madî ya mezin li ser malên welatiyan çêbû.”