Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrez a kantona Şehbayê veşart.

Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama YAT`ê Barîn Botan li Şehbayê hat veşartin
25 tîrmeh, 2022   18:47
ŞEHBA

Gerseya gel cenazeyê şehîd Barîn Botan ji nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi Gorirstana Şehîdan ve ket rê.

Li goristanê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû şehîdên azadiyê

Berko hevkariya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker re ku komkujiyan li dijî gelên herêmê bi rêya balafirên xwe yên bêmirov ên biçek pêk tîne, şermezar kir.

Paşê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û di kesayeta şehîdan Jiyan, Roj û Barîn de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şîraz Hemo wiha domand: “Em îro, 3 sembolan ku li asîmanê azadiyê şewq dan oxir dikin ku zulm qebûl nekir û jiyana azad pejirand. Lê dewleta Tirk a dagirker ku wateya demokratiyê nizane, ew kirin hedef. Siyasetên xwe yên dijber gihand qadên navneteweyî bi hiceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî.”

Şîraz Hemo teqez kir ku dewleta Tirk nikare ewlehiyê ji kesekî re peyda bike, ji ber herêmên dagirkirî jêdera terorê ne.

Piştre endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rûhat Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wê kir.

Di dawiya merasîmê de şêniyan berxwedana şehîdan silav kir.

ANHA