Cûma Înad: Dewleta Tirk berpirsa Komkujiya Zaxoyê ye

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad diyar kir ku ji komkujiya Zaxoyê ne PKK, lê dewleta Tirk berpirsyar e.

Cûma Înad: Dewleta Tirk berpirsa Komkujiya Zaxoyê ye
25 tîrmeh, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad, di daxuyaniyek çapemeniyê de balkişand ser Komkujiya Zaxo ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got: “Berpirsyarê komkujiyê dewleta Tirk e. Me daxwaz ji Tirkiyê kir ku hêzên xwe yên li herêmê paşde bikişîne. Lê dewleta Tirk guh nade vê daxwaza me.”

Înad balkişand ser daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser komkujiyê û wiha got: “Komkujî bi topên giran ên 155 mm hatiye kirin. Di destê PKK’ê de çekên giran nîn e. Tirkiyê ev êriş kiriye û ji komkujiyê berpirsyar e.“

Wezîrê Parastinê Cûma Înad anî ziman ku berdêla wê çi dibe bila bibe, wê destûr nedin ku mafên mexdûran bê binpêkirin.