Gerîla li herêma Berxwedana Serdemê tankek rûxand

Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê şeva 24’ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tankeke artêşa Tirk a dagirker rûxandiye.

Gerîla li herêma Berxwedana Serdemê tankek rûxand
25 tîrmeh, 2022   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin girtin, di şeva 24’ê Tîrmehê de li herêma Berxwedana Serdemê ya Şikefta Birîndara ji aliyê gerîlayan ve tankeke artêşa Tirk a dagirker hatiye rûxandin.