Ciwanên Suryan li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist

Ciwanên Suryan li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye xwepêşandan li dar xist. Ciwanan diyar kir ku ew bazarên navneteweyî ku li ser hesabê gelên herêmê pêk tên. red dikin.

Ciwanên Suryan li dijî êrişên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist
25 tîrmeh, 2022   13:10
HESEKÊ

Pêkhateyê Suryan li navçeya Til Temir a Hesekê li ser bangewaziya ciwanên Suryan xwepêşandanek bi dirûşma “Na ji bazarên navneteweyî re yên ji bo qirkirina gelên herêmê” li dar xist.

Xwepêşandan ji çerxerêya Şehîd a navçeyê destpê kir û li ber çerxerêya Qendîl rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Tevgera Ciwanên Suryan a Pêşverû Miryana Îsa daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe kom dike û dest bi propagandaya operasyoneke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi armanca têkbirina ewlehî, hevgirtina gelên herêmê û derxistina tevliheviyê, vejandina dewleta Osmanî û kontrolkirina çaresernûsa gelan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya guhertina demografiya herêmê hewl dide van armancan pêk bîne, mîna li Xabûr, Til Temir, Serêkaniyê û Girê Spî û gelek herêmên din kiriye.

Her wiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP`ê ji êrişan armanc dike, gelê Suryan û Asûr bide koçberkirin mîna beriya 100 salî kiriye dema komkujiyên Sefo li dijî gelên Suryan û Asûr pêk anîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ciwan dê hertim piştgiriya hêzên leşkerî bikin û tev lê bibin da ku herêmê biparêzin. Em îro ji bo piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî; Meclisa Leşkerî ya Suryan, Hêzên Sotoro, Hêzên Parastina Jin Bîs Nehrîn li vir in ku bi lehengî ev ax û gelên xwe yên Suryan û Asûr parast.”

Di daxuyaniyê de siyasetên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û hemû cureyên dagirkirin û mêtingerî yên li dijî gelên herêmê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, helwestan nîşan bidin da ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê rawestînin, şêniyên resen vegerin warên xwe û çareseriya siyasî li gorî biryara NY`yê ya bi hejmara 2254 çalak bibe.

(dm)

ANHA