Li Derayê tevlihevî berdewam e

Li Derayê bombeyek bi erebeyeke efserekî hêzên hikumeta Şamê de teqiya, di heman demê de kesên nenas bendeke ‘ewlehiya leşkerî’ kir hedef.

Li Derayê tevlihevî berdewam e
25 tîrmeh, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) li herêma Sehafe ya Derayê bombeyek bi erebeya efserekî hêzên hikumeta Şamê de teqî û di encamê de efser birîndar bû.

Têkildarî wê çekdarên nenas bi guleyan benda "ewlehiya leşkerî" ya hêzên hikumeta Şamê ya di navbera Dail û Abti ya gundewarên Derayê de kir hedef. Agahiyên der barê zirarên canî û birîndaran de tune ne.

Ji destpêka salê ve û li gorî belgeyên SOHR'ê, hejmara hedefgirtinên li Derayê gihaşt 311’an û di encama wan de 266 kes hatin kuştin.

Ev hejmarên mezin ên hedefgirtinan û rêjeyên kuştinan asta paşveçûna rewşa ewlehiyê li Derayê, nîşan dide û binketina “lihevhatinên” ku hikumeta Şamê bi şêniyên herêmê re bi garantorê Rûsyayê çêkirine yê ku cara yekem di 2018'an de û cara duyem 2021'an de pêk hatiye, îsbat dike.

(dm)