Dagirkeran dîsa gundên Zirganê dane ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên bakurê navçeya Zirganê topbaran dikin.

Dagirkeran dîsa gundên Zirganê dane ber topan
25 tîrmeh, 2022   08:23
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Esediyê, Mezriyê, Bisbis û Dada Ebdal ên li bakurê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dikin.

Vê sibehê jî gundên Esediyê, Xidrawî, Til Hirmil, Til Werd û Xirbet Şiîr ji aliyê dagirkeran ve hatibûn topbarankirin.

(cx)

ANHA