Balafirên dagirkeriya Tirk li ser gundewarê bakur rojavayê Hesekê digerin

Di van kêliyan de li asîmanê herêmên cuda yên gundewarê bakur rojavayê kantona Hesekê balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker digere. Ev yek hemwextî topbarana li ser herêmê pêk tê.

Balafirên dagirkeriya Tirk li ser gundewarê bakur rojavayê Hesekê digerin
25 tîrmeh, 2022   10:13
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji navçeyên Zirgan û Til Temirê ragihandin ku di van kêliyan de li asîmanê navçeya Dirbêsiyê û heta navçeya Zirganê, ji Zirganê heta navçeya Til Temirê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker heye.

Ji sibehê de gundên navçeyên Zirgan û Til Temirê bi dijwarî tên topbarankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh di encama topbarana arêtşa Tirk a dagirker li ser herdu navçeyan de welatiyek şehîd bû, 9 welatî jî birîndar bûn. Her wiha endamekî “Parêzvanên Sînor” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

(cx)

ANHA