Eşîrên Dêrazorê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir û banga yekitiyê kir

Serokeşîr û nûnerê bajarokê Baxozê dewleta Tirk a dagirker a ku Komkujiya Zaxoyê pêk aniye şermezar kir û bang li eşîrên iraqî kirin ku li hember êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta  Tirk bi eşîrên sûrî re bibin yek.

Eşîrên Dêrazorê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir û banga yekitiyê kir
25 tîrmeh, 2022   08:18
DÊRAZOR – FATME EL-EBÎD

Dewleta Tirk a dagirker bênavber êriş û komkujiyên xwe li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Iraqê de didomîne. Herî dawî jî Komkujiya Zaxoyê bû ku hemwextî salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê û civîna Tehranê bû û di encama wê de bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Bertekên li dijî Komkujiya Zaxoyê li Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk dikin. Lê ew daxwaz û bangewazî ji aliyê hemiyan ve bê bersiv man.

Girêdayî vê mijarê, rûspiyekî bajarokê Baxozê, Hewas El-Casim ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî bakurê Iraqê dike, da ku projeyên xwe yên vejandina Osmaniyê pêk bîne, bê ku bi xwîna sivîlan a ku bê sûc tê rijandin, bifikire.

He was El-Casim wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji qada hewayê ya vekirî digire da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê bike. Herî dawî jî komkujiya Zaxo bû ku di encamê zarok û jin bûn qurban.“

Her wiha El-Casim anî ziman ku ev sûc ne yê destpêkê ye ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne û ne yê dawiyê ye jî, ji ber ku siyaseta wê ev e , tenê kuştin, koçberkirin, dagirkirin û talankirin e.

El-Casim destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne gelek an jî pêkhateyek bi xwe ye, ew dikare ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe her kesî û her tiştî talan bike û wiha domand: “Divê gelê me siyasetên wê yên bi armanca jihevxistina pêkhateyên herêmêbaş bizanibe.”

Her wiha, berdevkê Meclisê Eşîrên Bûkemalê, Selah El-Selman jî got, dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl dide trisê di nav şêniyên herêmê de bi taybet û yên Rojhilata Navîn bi giştî, biçîne.

El-Selman da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê dike da ku qada dagirkeriyê berfireh bike, osmaniyê vejîne ku di mejiyê Erdogan de wiha ye, 'hemû dewletên derdora Tirkiyê yên Osmaniyan e, vedigere pêşiyên wî.'

El-Selman di dawiya axaftina xwe de bang li hemû eşîrên iraqî kir ku li kêleka eşîrên sûrî bisekinin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

 (mh)

ANHA