Ji Lozan heta Madrîdê Tirkiye qirkirina kurdan didomîne

100 sal di ser salvegera Peymana Lozanê re derbas dibin ku Kurdistanê kir 4 parçe. Ji wê peymanê komara Tirkiyê û nexşeya nû ya li ser hesabên kurdan di qada navneteweyî de hatin naskirin. Armanca vê peymanê tunekirina kurdan bû  ku heta roja me ya îro li dijî kurdan komployên navneteweyî tên kirin.

Ji Lozan heta Madrîdê Tirkiye qirkirina kurdan didomîne
25 tîrmeh, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Şerên ku li cîhanê rû dan bandorên çandî û aborî li gelan kirin. Hin dewlet hatin windakirin û hin gelên din jî cihên xwe yên stratejîk û jeosiyasî rûbirûyî xeteriya tunebûnê bûn. Kurdistanê ji herêmên herî zêde bandor bûye.

Tevî ku mêtîngeran Kurdistanê dagir kirin, lê kurdan di aliyên leşkerî û çandî de karîbûn xwe biparêzin. Dema dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên dagirkirinê de bin ket, siyseta parçekirina Kurdistanê di navbera xwe de pêk anîn. Kurdistan di navbera Osmanî û Îranê de li gorî Peymana Qesra Şêrîn a 1639 bû 2 parçe û di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li gorî Peymana Lozanê ya ku piştî peymana Sykes - Picot hatiye îmzekirin, bû 4 parçe.

LOZAN Û PLANÊN DEWLETA TIRK ÊN QIRKIRINA KURDAN

Destpêkê ji peymana Severs de bû. Peyman piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di 10’ê Tebaxa 1920’an de li bajarê Severs ê Fransayê hate îmzekirin. Ne ji wê peymanê bûya, wê bajarên Trabzon, Amed, Erzîrom, Izmîr, Idirnê, Tekirdag û Dîlok derveyî xaka Tirkiyê bûna.

Bi vê peymanê xaka Tirkiyê mîna peymana Sykes – Picot û bi hemû şertên peymana Versailles a Almaniya ya 1919’an hate parçekirin. Brîtanya, Fransa, Îtaliya û Yewnanistanê bajarên Tirkiyê parçe kirin û her herêmeke bi zimanê tirkî naaxivin ji serweriya Osmanî derxist û tev li Nîvgirava Ereban, herêmên Tirkiyê û herêmên Artodoks, yewnanistanî, ermenî û kurdî yên li rojhilat kirin.

Beriya vê peymanê di sala 1919'an de, dewleta Tirk şerê li dijî hêzên hevalbend ên ku bi şerê serxwebûnê tên naskirin, da destpêkirin û wan ji tevahî herêmên di bin kontrola wan ên di çarçoveya peymana Seversê de derxistin. Ji ber vê yekê hevlabendan neçar man ku li gorî rewşa nû careke din danûstandin pêk bînin. Di encamê de di salal 1912'an peymana Lozana duyemîn bi Îtalyayê hat îmzekirin, ku li gorî osmanî ji Lîbyayê vekişin.

Vê peymanê hişt aliyê navneteweyî komara Tirkiyê û nexşeyeke nû nas bike ku li şûna dewleta Osmanî bû mîras. Ew yek jî piştî ku xeta sînor a bakurê Sûriyê tev li xaka wê bû û herêmên din mîna Mûsil û parçeyên din ji Ewropa rojhilat hatin qutkirin.

Peymanê sînorên gelek dewletan mîna Yewnanistan, Bulgariya, Tirkiye, Sûriyê û Iraqê diyar kirin û Tirkiyê jî dev ji xwestekên xwe yên giravên Dodecanese û Qibrisê û îmtîyazên xwe yên li Misirê, Sûdan û parçeyên ji Iraqê berda. Her wiha dewleta Tirk li gorî benda 10’an a peymana Oshî ya di navbera dewleta Osmanî û Îtaliya de di 1912’yan de hate îmzekirin, Lîbya jî hişt.

Li beramber wê jî ji nû ve sînora bi Sûriyê re hate nexşekirin, ku herêmên berfirehê ji rojava heta bi rojhilatê bajar û herêmên Mêrsîn û Antakya û herêmên Kurdistanê; Dîlok, Kilis, Mereş, Riha, Heran, Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û Cizîra Botanê di nav xwe de digre.

Di vê peymanê de tevî ku dewleta Tirk dît ku zirar pê bûye û fatora dagirkeriya Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de daye, lê aliyê herî zêde ziyan dît Kurd bû. Kurdan tu maf bi dest nexistin û bi planên Tirkiyê û komployên bi dewletên ku peyman îmze kirine re hatin dûrxistin.

TEMAMKIRINA PLANA TUNEKIRINA KURDAN

Piştî Kurdistanê bû 4 parçe, dewleta Tirk bi rêya plana Şerq Îslahê siyaseta tunekirina kurdan meşand. Ji 1925’an ve bi awayekî eşkere dest bi komkujiyên li dijî gelê Kurd, li Qoçkirî, Dêrsim û Zîlanê kir. Li vir nesekinî, lê pêşeng û serokên kurdan ên navdar mîna Seyid Riza û hevrêyên wî bi dar vekirin. Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya tirkkirina Kurdistanê û valakirina wê de berdewam kir, her wiha kiryarên koçberkirin, girtin û valakirina gundan bi lez pêk anî.

Girêdayî wê yekê rêber Abdullahn Ocalan di parêznameya xwe ya 5’an de ya 'Pirsgirêka Kurdî û Çareseriya Neteweya Demokratîk de' dibêje: "Bi îmzekirina Peymana Lozanê û îlana Komarê re qonaxeke nû dest pê dike. Arîşeya Mûsil û Kerkûkê ya bi Ingilîzan re dewam dikir, hewl dan bi peymaneke gelekî trajîk a li dijî Kurdan bigihînin encamê. Peymana Enqereyê ya bi Fransiyan re herçiqasî ji Mîsaq-î Millî paşvegavavêtinek bû û hinekî jî li dijî Kurdan û Tirkmenên li Sûrî bi encam bûbe jî di asta felaketê de pêk nehatiye. Beşekî Kurdistanê ji Franseyê re hatiye hiştin. Lê ji ber neyêniyên wê yên li ser rastiya netewe ya Kurd divê mirov bi girîngî li ser raweste.

Li ser bingehê avakirina Iraqê Kurdistan hat parçekirin û ev bi awayekî eşkere binpêkirina Mîsaq-î Millî bû. Vê bûyerê li Parlementa Tirkiyê û di navbera Kurdan de rê li ber tengezariyeke mezin vekir. Ev peymana di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Ingilîzan re hatiye mohrkirin, gelek aliyên wê yên tarî hene. Şert e ku mirov vê peymanê weke destpêka dîroka qirkirina Kurdan binirxîne. "

Ji her kesî ve niyetên Enqere eşkere ne û gelek caran li ser nexşeya "Mîsaqî Millî" ku ji ber Lozanê ji dest daye, diaxive û dibêje Mûsil, Kerkûk heta bi Hewlêrê mafên wê ye. Ji ber wê "Projeya Aştiyê" a bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di 30’yê Cotmeha 2015’an de têk bir. Meclisa Ewlehiya Neteweyî plana " çöktürme" danî. Her wiha HDP’ê di 5’ê Nîsana 2015’an de ku hevdîtina dawî bû, bi rêber Ocalan re civiya. Piştî wê yekser dewleta Tirk hemû hewlên ji hêla rêber Ocalan ve ji bo çarekirina doza Kurd bi rêbazên siyasî, têk birin.

Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dewleta Tirk dest bi êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û bi 72 balafirên şer herêmên Qendîl, Zagros, Behdînan, Zap, Garê, Heftanîn, Basiya, Metîna û Avaşîn bombebaran kirin, di heman demê de bi kûrahiya 40 kîlometre derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bû, zêdetirî 35 baregehên leşkerî ava kirin û serweriya xwe ya leşkerî û siyasî li Kerkûrê bi rêya eniyên tirkmenî yên alîgir fireh kir. Li Mûsilê jî bi rêya hêzên sunnî yên erka xwe dan û standina bi DAIŞ’ê re ne fireh kir.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, dewleta Tirk a dagirker di 2018’an de êrişî Efrînê kir, di 2019’an de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de ew herêm dagir kirin. Ji ber van êrişan bi sed hezaran Kurd hatin koçberkirin û bi hezaran şehîd bûn. Hîna jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên nêzî sînor û hedefgirtina sivîlan nesekinîne.

CIVÎNA MADRÎDÊ LOZANA DUYEMÎN E

Ruxmî gelek sal derbas bûn, hîna jî hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe li ser hesabê kurdan pêk tînin. Dewleta Tirk, hêzên rojava der barê tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê li NATO’yê de li beramber hevkariya bi wê re li dijî çalakgerên Kurd li van her du dewletan, şantaj kir.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihandibû ku dewleta Tirk li ser destekdayîna hewlên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo tevlêbûna li NATO’yê erê kirin, ew jî piştî îmzekirina muzakereya sêalî ya bi rêya civîna Madrîdê pêk hat.

Di hemû xalên peymanê de de dijminahiya li Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destnîşankirin. Her wiha ji Fînlandiya û Swêd hate xwestin ku şoreşgerên Kurd û alîgirên rêxistina Fethullah Gulen radestî Tirkiyê bikin û destekên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rawestînin. Yek ji şertên din ên dewleta Tirk jî PKK’ê weke "rêxistineke terorî" were naskirin û qedexeya firtona çekan ji Tirkiyê re were rakirin.

(fr)

ANHA