Pisporê Rûsyayê: Erdogan tişta hêvî dikir li Tehranê nedît

Pisporê Rûsyayê Kerîm Has diyar kir ku Erdogan nekarî tiştên hêvî dikirin di civîna li Tehranê de bi dest bixe û got “Ez bawer nakim ku mijareke ku her sê aktoran di civîna Astanayê de li serê li hev kiribe hebe, bi taybetî jî Erdogan.”

Pisporê Rûsyayê: Erdogan tişta hêvî dikir li Tehranê nedît
24 tîrmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di salvegera dehemîn a şoreşa Rojava de li paytexta Îranê Tehranê di çarçoveya civînên Astanayê de li hev civiyan.

Piştî civînê metneke hevpar a ji 16 xalan pêk tê, hate weşandin. Di daxuyaniyê de tu gav ji bo çareseriya aloziya Sûriyê nehatin avêtin, lê mîna daxuyaniyên berê yên Astanayê, bûn sedem ku krîza Sûriyê kûrtir bibe û êrişên dewleta Tirk zêde bibin. Tevî daxuyaniyên dubarekirî yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, tu gav ber bi vê yekê ve nayên avêtin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/07/24/195338_-.jpg

Me hevpeyvînek bi pisporê Rûsyayê Dr. Kerîm Has re li ser civîna li Tehranê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişa nû ya dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re kiribû firsend û metna ku ji 16 xalan pêk tê, çêkir.

Kerîm Has got: “Îran ji Rûsyayê xurttir li dijî operasyoneke nû ya li dijî Sûriyê derket.  Daxuyaniyên Reîsî yên piştî civînê tundtir bûn. Di daxuyaniya Xamaneyî de "operasyona" Tirkiyê wek êriş hat binavkirin. Peyamên dijwartir û zelaltir dan. Ji ber şerê Ukraynayê ji bilî Erdogan û rêveberiya Esad tu aktorekî derve bi operasyoneke nû ya li Sûriyê re eleqedar nîn e ku wekhevî û konjonktura li ser rûyê erdê veguheriye rewşeke bi vî rengî. Rewş pir aloz bûye, rewşeke ku pozîsyoneke nû lê bê bidestxistin nîn e, pevguhertin çênabe û alozî heye.”

'NAXWAZIN STATUKOYA KU JI SALA 2020'AN VE HEYE BIGUHERÎNIN'

Kerîm Has diyar kir ku DYA, Rûsya, Îran, Îsraîl û Şam naxwazin statukoya li Sûriyê biguhere û wiha dewam kir: “Ji Adara 2020'an ve ji aliyê leşkerî ve di qada hewayî ya Sûriyê de guhertineke zêde nehatiye kirin. Pevçûn çêbûne, lê li ser erdê guhertineke cidî çênebûye. Ji Adara 2020'an ve statukoyek heye. Ji ber vê yekê, dewamkirina vê statukoyê bi giranî ji aliyê DYA, Rûsya, Îran, rejîma Esad û Îsraîlê ve tê xwestin. Lewma Îran jî li aliyê Minbicê, Til Rifet, bi taybetî li derdora Til Rifet bi cih dibe yan jî komên alîgirê Îranê bandora xwe li milîsên xwe yên li wir zêde kirine ku li wan deran şîe jî hene. Îhtimal e ku ji bo ku Tirkiye operasyonekê neke Rûsyayê jî hin hêzên xwe veguhastibin wan deran.”

Has îşaret pê kir ku Îran li şûna Rûsya zêdetir li dijî êrişeke nû ya dagirkeriyê dewleta Tirk e û diyar kir ku Îranê hişyariyek cidîtir daye Erdogan.

Has daxuyaniya Rûsyayê wiha nirxand: "Pûtîn rexne li aliyê DYA'yê kir, got tevgerên cihêkar tên destekkirin, petrola Sûriyê tê dizîn. Lê belê mehek berê, dema pirsa operasyoneke gengaz a Tirkiyê lê hatibû kirin, Aleksander Lavrentiyev an jî rayedarên din ên Rûs gotibû "Em bang li Enqereyê dikin ku operasyoneke nû ya leşkerî neke, dikare nakokî û rîskên gelekî mezintir çêke’. Min hîs kir ku di daxuyaniyên Pûtîn de tona wan daxuyaniyan ketiye. Belkî li paş deriyan bi Erdogan re tundtir axivîbin lê Rûsya û Îranê hewl daye Erdogan îqna bikin da ku operasyonekê neke.”

‘HEWCEDARIYA RÛSYAYÊ BI HEVALBENDAN ZÊDETIR BÛ’

Kerîm Has têkildarî sedema sivikbûna berteka Pûtîn a dijberiya êrişeke nû ya gengaz a dewleta Tirk jî wiha axivî: "Yek ji sedemên sereke yên vê yekê jî şerê sar ê di navbera Rûsya û cîhana rojavayî de yê ji ber şerê Ukraynayê ye, dîwarekî nû hat lêkirin. Pêvajoya ku Rûsya pêwîstî bi cîranên xwe, hevkar an jî hevalbendên xwe yên li cîhanê heye jî zêde bûye. Hema hema her roj şîrketên rojavayî ji bazara Rûsyayê derdikevin, di heman demê de gelek şîrketên ji Tirkiyê tên, bi prosedurên nû yên erzantir û hêsantir hewl didin beşdarî bazara aborî ya Rûsyayê bibin. Pêwîstiya Rûsyayê jî bi vê heye û ji bo karsazên Tirk firsendek derketiye holê.”

Has diyar kir ku Rûsya bazareke mezin, qezenceke mezin bi dest xistiye û got: "Li Tirkiyê lojîstîk an jî navendên cuda ava dikin ku bikarin bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê re bidomînin. Ez difikirim ku têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de dê ji serdemên berê gelekî zêdetir bibin. Ev yek hem ji bo Tirkiyê firsendeke girîng e, di warê krîza navxweyî de û ji ber dahatên ji cîhana rojavayî werdigire, pêwîstiya Rûsyayê bi Tirkiyê zêde bûye.”

'ERDOGAN BERIYA HILBIJARTINÊ DIKARE DEST BI MACERAYEKÊ BIKE'

Kerîm Has got heke Erdogan bi israr êrişeke nû ya dagirkeriyê bike, Rûsya bi xurtî li dijî wê dernakeve û wiha lê zêde kir: "Piştî 24’ê Sibatê, li dijî daxwaza Erdogan asta dijberiya Rûsyayê kêm bû."

Has wiha pê de çû: "Têkiliya asîmetrîk a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bi salan e li gorî berjewendiya Tirkiyê nîn e, lê belê wekî min got, cudahî li gorî dile Erdogan kêm bûye. Ez bawer nakim ku pêwistiya Tirkiyê bi çalakiyeke leşkerî ya bi vî rengî heye, lê belê eger Erdogan hesab bike ku ji bo mayîndebûna xwe ya siyasî dikare ji sedî yek an jî du dengên xwe zêde bike, neteweperestiyê zêde bike, dengan li dora xwe kom bike, bi rengekî pirsgirêkên aboriyê binixumîne 'heta kîjan astê' dikare dest bi mecareyeke bi vî rengî ya beriya hilbijartinê bike, ev rîsk heye. Li gorî israra Erdogan dê di rewşa dema pêş xuya bibe.”

Has îşaret bi helwesta Rûsyayê ya li Sûriyê û konjonktura heyî kir û wiha axivî: "Dema ku Rûsyayê di sala 2015'an de bi awayekî leşkerî mudaxeleyî Sûriyê kir, ji bo parastina Kurdan ji Tirkan neket dewrê. Ez nafikirim ku operasyoneke bi vî rengî bi muzakereyeke li ser bingeha ‘bigire-bide’ rû bide. Li vir, Moskov dê binihêre bê ka operasyoneke gengaz dikare ji bo xwe çi feydeyan çêke, gelo dikare di têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de alozîyekê çêke yan na, dê li vê yekê binêre. Bê guman ji aliyekî ve naxwaze Îran û Tirkiye werin pêşberî hev, ku yek ji sedemên ku Moskov li dijî destpêkirina tevgereke nû ya Erdogan e, ev e. Ji ber ku pirsgirêk êdî dibe ku bibe sedema rûbirûbûneke yekser di navberaartêşa Tirk û komên alîgirê Îranê de. Dibe ku nekare vê pevçûnê kontrol bike, dibe ku rîsk zêde bibin, lewma naxwaze.”

ARMANCA RÛSYAYÊ; DOMANDINA HIKUMETA ŞAMÊ

Kerîm Has got: " Rûsya naxwaze ji ber Kobanê, Minbic an jî operasyoneke leşkerî ya sînordar têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re qut bike û ne bawer im ku lukseke wê ya wiha hebe jî."

Has li ser polîtîkaya Rûsyayê ya Sûriyê jî got: "Ez bawer nakim ku Rûsya di salên pêş de planên xwe yên ji bo daxistina Esad hebin. Di heman demê de Rûsya dixwaze bi rêya baregehên xwe, hebûna leşkerî yan jî bandora xwe ya leşkerî ya stratejîk di rojhilatê Deryaya Spî de bi rêya Sûriyê biparêze. Ev xetên sor ên Rûsyayê ne. Ji ber vê yekê, bê guman pirsgirêkên mayî li gorî hevkêşeyeke li gorî bazarê ne.”

Has got Erdogan di civîna li Tehranê de tişta xwestiya bi dest nexistiye lê îmaja xwe ya ji bo sîyaseta navxweyî xurttir kiriye. Li ser daxuyaniyên Erdogan jî got: "Lûtke bi awayekî zindî hate weşandin, li gorî min ev gelekî ecêb bû. Lûtkeyên Astanayê ku li Enqere û Moskovê tên lidarxistin bi vî rengî nayên weşandin, lê belê lûtkeyên li Tehranê ev 2 sal e bi vî rengî tên weşandin. Heke we di wan lûtkeyan de Reîsî û Pûtîn bi kurtasî axivîn, lê Erdogan hem di dema civîna çapemeniyê de hem jî di destpêka lûtkeyê de bi dirêjahî axivî. Her tim bal dikişand ser PYD, YPG, PKK’ê. Ya ku Erdogan ji terorîzma li Sûriyê fêm dike Kurd in, lewma dema giraniyê dide ser vê yekê û ev weşana zindî ya li Tirkiyê tê dayîn, dibe ku di warê îmaja wî de baş be.”

LI TEHRANÊ DAXUYANIYA JI 16 XALAN PÊK TÊ

Kerîm Has li ser daxuyaniya hevpar a ji 16 xalan pêk tê ku piştî civînê hate weşandin, bi bîr xist ku di metne de qala Kurd, YPG an jî PYD'ê nehatiye kirin.

Has got: "Dema metna nivîskî bê lêkolînkirin jî xuya dibe ku Tirkiyê tişta hêvî dikir, nedît. Tê diyarkirin ku çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi rêyên dîplomatîk ên siyasî be, ne ku bi rêbazên leşkerî. Karî wêneyekê di siyaseta navxweyî de biafirîne ku wî wekî di dema endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê de çêbûye.”

'ERDOGAN DIBÊJE BILA AMERÎKA DERKEVE Û EZ BIKEVIMÊ’

Erdogan piştî serdana Îranê gotibû "Amerîka neçar e ji rojhilatê Firatê derkeve. Tespîta ji pêvajoya Astanayê derket, ev e.”

Kerîm Has têkildarî vê yekê wiha axivî: “Erdogan got divê Amerîka di zûtirîn demê de ji Sûriyê derkeve. Di vê mijarê de jî daxwazek heye, lê dema Erdogan vê dibêje, tê wê wateyê bila Amerîka derkeve û ez bikevime şûna wê lê dema Pûtîn û Reîsî dibêjin, dixwazin erdên ku ne di bin kontrola rejîma Esad de ne, bikevin bin kontrola rejîma Esad. Qet nebe di xeta sînor de. Her kes vê yekê li gorî xwe fêm dike. Dema mirov li metna nivîskî binêre, îşaret bi terorîzmê tê kirin ku Rûsya dê jê memnûn be."

'LI ASTANAYÊ LIHEVKIRIN NÎN E'

Kerîm Has di dawiyê de diyar kir ku metna ji 16 xalan pêk tê, kêm zêde wekî yên berê bû û got: "Ya girîng ew e ku berdewamkirina van civînan niha ji bo van her sê hêzan sûdewar be, ne ji ber ku wan li ser tiştekî li hev kiriye. Ez bawer nakim ku mijarek heye ku her sê aktoran di vê civînê de li sere li hev kiribe, bi taybet jî Erdogan. Lê nayê wê wateyê ku divê êdî ev her sê hêz qels bûne. Nemaze bi şerê Ukraynayê re, serdana Biden a Rojhilata Navîn, hewldana avakirina hevpeymanên nû li herêmê li dijî Îranê, berdewamkirina vê hevkariya sêalî tê destekkirin.”

ANHA